Bîlançoya meha sibatê: 11 jin hatin qetilkirin
Bîlançoya meha sibatê: 11 jin hatin qetilkirin
Bîlançoya meha sibatê: 11 jin hatin qetilkirin
Meclisa Jina ya Sosyalîst (SKM) diyar kir ku, di meha sibatê de 11 jin hatine qetilkirin û 10 jî rastî tundiya fîzîkî û zayendî hatine.
SKP ESP’ê de barê bîlaçoya meha Sibatê de daxuyaniyek da. Gokçe Otlu got, tundiya li ser jinê her diçe zêde dibe û got gelek sedemên vê hene. Otlu got, pergala sedest ya mêr a darazê pêşî li tundîê vedike û got: “Dadgeh mêrê tundîê pêk tîne diparêze û xelat dike.”
Otlu di berdewamiya axaftina xwe de got, serlêdanên jina yên hiqûqî bê encam dimîne û got: “Bi dehan jin ligel serdanên bên parastinê dikin jî ji aliyê mêran ve tên kuştin. Em jin dê li her derê cîhanê li dijî tundîyê bisekinin. Em ji tundiyê re dibêjin êdî bese. Di meha Sibatê de; 11 jin aliyê mêrên ku qaşo ji wan hez dikir hatin kuştin. 10 jin rastî tecawîz, tacîzê hatin.’ Em êdî li dijî vê serî hildidin. Em jin heta ku ev tundîa mêr bi dawî nebe dê li qadan têkoşîna xwe bidomînin.
Bîlançoya tundiya meha sibatê wiha ye;
1’ê Sibatê
Tacîzkarê jina ciwan tacîz kir, gel ceza kir. piştre teslîmê polîs kirin. Jina ciwan serlêdana sûc kir.
3’ê sibatê
Li Samsunê Damla Ay hevjîna xwe ku her tim tundî lê dikir, gilî kir. Hevjînê wê hat binçavkirin piştre hat berdan. Damla Ay ji ber tirsa wî neçû mala xwe û çû cem dayîka xwe. Damla Ay li ber mala dayika xwe ji aliyê Bariş Ay ve hat kuştin.
4’ê Sibatê
Li Esenyurta Stanbolê Îram Kahya ji aliyê Ramazan Demîrcî ve ku ligel hev dijiyan hat kuştin.
Li Bergamaya Îzmîrê B.A ya 44 salî ji alî hevserê xwe yê ku berdabû hat kuştin.
5’ê Sibatê
Li Semsurê kesê bi navê Mehmet Şukru Ozbîlgîn jina bi navê Zelîha Çakilkaya a 19 salî kuşt û cesedê wê avêt daristanê.
11’ê Sibatê
Li Zonguldaqê Eyup Gunay buka Ayşe Gunay bi tifinga neçîrê kuşt.
12’ê Sibatê
Li Gazîosman paşayê Mehmet Avci hevjîna xwe Bîrgul Avci ji şaneşînê avêt. Bîrgul 9 mehî ducanî bû û bi giranî birîndar bû.
14’ê Sibatê
Li Reyhanliya Hatayê jina bi navê Serpîl Topbaş ku dayîka zarokekî bû ji aliyê Mehmet K ve ku dihat xwestin pêre bizewice, bi kêrê hat kuştin.
16’ê Sibatê
Li Mersînê di 11 sibatê de Guler a 19 salî û Ferdî Azrak bi biryara meclisa malbatê hatin kuştin. Malbata Guler Azrak got ew li dij vê zewacê bûn û biryara înfaza wan dane.
18’ê Sibatê
E.S ya 29 salî ku ji Rusyayê hat Stenbolê bi endazyar CY yê 51 salî re zewicî. E.S ji berk u hevserê wê tundî lê kiriye û gotiye fuhuşê bike, gilîz kir. Dozger der barê C.Y de doz vekir.
19’ê Sibatê
Li Çorluyê jina ducanî Bîrcan Bakir ji aliyê hevserê xwe Ahmet Bakir ve rastî tundiyê hat.
24’ê Sibatê
Li Somayê kesê bi navê O.D hevsera xwe Merve O kuşt.
26’ê Sibatê
Li Edeneyê ji nava 60 salî N. E dema tenê li malbê bû, kesek bi zorê ket mala wê û qirika wê birî.
Ji nava bi navê Sureyya Y. Hevjînê xwe Lutfu Yaşar bi kêrê birîndar. Sureyya Y di îfadeya xwe de diyar kir ku hevserê wê ligel zarokên wê tecawîzê wê dikir.
27’ê Sibatê
Jina bi navê D.R ji meleyê mizgeftê Vahit K gilî kir. D.R ya 20 salî got mele ew bi zor biriye malê û ew ji bo seksa komî daye zorê.
Li Kercewsa Êlihê cesedê jinekê ligel rê hat dîtin. Bûyer hêj ronî nebûye.
Li Stenbolê cesedê jina binavê Fatma top a 57 salî di golê de hat dîtin. Li ser bedena wê şopên lêdanê hebûn.
Li Îzmîrê M.A hevsera xwe A.A xeniqand.