'Bi zîhniyeta demokratîk em dikarin pêşî li kuştina jinan bigirin'
Nûnera Kerkûkê ya Komeleya Hêvî ya Jinê ya Iraqê Sirût Mihemmed diyar kir, li Başûrê Kurdistanê zext û şîdeteke daimî li jinan tê kirin û got, "Yê li ser civak û siyasetê serdest de, rengê mêr e."
ANF
KERKÛK
în, 30 berfanbarê 2016, 08:10
Nûnera Kerkûkê ya Komeleya Hêvî ya Jinê ya Iraqê Sirût Mihemmed diyar kir, li Başûrê Kurdistanê zext û şîdeteke daimî li jinan tê kirin û got, "Yê li ser civak û siyasetê serdest de, rengê mêr e."
Nûnera Kerkûkê ya Komeleya Hêvî ya Jinê ya Iraqê Sirût Mihemmed mijar ji ANF'ê re nirxand.
Sirût Mihemmed bibîr xist, ku li gorî daneyên fermî di sala 2016'an de tenê li Kerkûkê 26 jin hatine kuştin û ev yek li gorî salek beriya vê, hejmareke gelekî bilind e.
BÛYERÊN XWEKUŞTINÊ ZÊDE BÛN
Sirût Mihemmed anî ziman, tevî kuştina jinan, bûyerên xwekuştinê jî di dema dawî de rû dane û got, "Cînayetên ku berê bi şêweyê xwe şewitandinê dihat kirin, îsal hê bêhtir bi çekê û darvekirinê rû dan. Gelek sedemên civakî û psîkolojîk ên van xwekuştinan hene. Li herêmê sîstemeke eşîrî, feodal heye. Qanûn zêde hukmê xwe nîne. Têkilî li gorî hêzê ye. Bi taybetî piştî êrîşa DAIŞ'ê êdî li her malê çend çek hene. Jineke ku hinekî bandor lê dibe, zext lê tê kirin, yekser radihêje çekê û berdide xwe."
DI SIYASETÊ DE RENGÊ JINÊ NÎNE
Sirût Mihemmed der barê cihê jinê li nava siyasetê got, "Mixabin em di siyasetê de zêde rengê jinê nabînin. Yê serdest, mêr e. Jin hê jî weke zayendeke kêmmayî tê dîtin. Mîna li nava malê û civakê, jin li qada siyasetê jî timî piştî mêr in. Ya ku li nava civakê serdest e, rengê mêr e. Lewma gelekî zehmet e ku di nava civaka me de jinek bibe pêşeng an jî pêşengiyê bike. Ji ber ku her tişt li gorî dijberiya jinê hatiye destnîşankirin. Ji aliyê olî, civakî û siyasî ve rewş bi vî rengî ye."
Mihemmed anî ziman, eger di nava partiyekê de jinek derkeve pêş, ev yek tenê dikare bi bandora malbata wê ya li ser wê partiyê pêk were û got, "Ji xwe eger di nava partiyekê de xizmên we, kesek ji malbata we tinebe, di nava wê partiyê de cih ji we re nîne."
RÊ Û RÊBAZÊN PÊŞÎGIRTINA LI KUŞTINA JINAN
Di dewama axaftina xwe de Sirût Mihemmed diyar kir, jina ku bi desteka mêr ketibe nava siyasetê nikare ji nav bandora mêr rizgar bibe û wiha dewam kir: "Ji ber ku ya timî lê tê ferzkirin ev rastî ye 'tu bi min heye, wê demê tu yê bi ya min bike'. Di rewşeke bi vî rengî de jin nikare bi reng û hestên xwe pêşengiyê bike, xizmetê ji civakê re bike.
Tê gotin ku nîvê civakê jin e. Wê demê mêr wê çawa karibe bi vî rengî temamiya civakê bi rê ve bibin? Ev pirsgirêkeke cidî ye. Pêwîste jin hê bi rengekî çalak tevlî rêveberiya civakî û siyasî bibe. Qanûn ji hin aliyan ve hatine avakirin, lê belê ya girîng ew e ku zîhniyet bê guhertin. Lazim e mirov ji vê bawer bikin û îqna bibin. Divê her kes di vî warî de pirsan ji xwe bike.
Em di nava civakeke ji serdestiya mêr de dijîn. Di roja îro de jî eger li malekê çiqas mêr hebe, ew mal xwedî hêz e. Jin di nava malbatekê de weke sedema qelsiyê tê dîtin. Mixabin rewş bi vî rengî ye. Qanûn heta ciheî derbasdar e. Lê belê eger zîhniyeta civakî neyê guhertin, wê pirsgirêk jî ji holê ranebin. Û ne pirsgirêkên kêmdîtî ne, ev pirsgirekek giştî ye."
LI ROJAVA ZÎHNIYET GUHERÎ, SÎSTEM GUHERÎ
Nûnera Kerkûkê ya Komeleya Hêvî ya Jinê ya Iraqê Sirût Mihemmed da xuyakirin, ku bandoreke diyarker a sîstema siyasî li ser civakê heye û ev tespît kir: "Mînak li Rojava di nvbera erwşa berî 5 salan û ya niha de gelek cudahî hene. Ji ber ku sîstem guherî. Zîhniyet kuerî. Sîstemeke demokratîk li ser esasê wekheviyê esas hate girtin. Yên civakê birêve dibin, herêmê birêve dibin, vê yekê bi zîhniyeteke demokratîk dikin. Ji ber vê yekê jin di hemû qonaxên rêveberiyê de cih digirin. Di rewşa heyî de di navbera sîstemên Başûr û Rojava de gelek guhertin hene. Hem di şer hem jî di avakirina sîstema li Rojava de derket holê bê hêza jinê çiqas e. Tevî mêr bi her awayî têkoşiyan.
Sirût Mihemmed anî ziman, sira pêşketina Rojava bi asta tevlîbûna jinan diyar e. Sirût Mihemmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Eger li Başûr rewş bi vî rengî dewam bike wê ji bo civakê bibe felaket. Ji ber ku jin gav bi gav li derveyî jiyanê tê hiştin. Mêr li gorî kêfa dilê xwe der barê wan de biryarê didin. Ji ber vê yekê divê hemû dînamîkên civakî hêza xwe bikin yek û çareseriyê bafirînin.