Bi wesîleya 8'ê Adarê jin li Kolnê meşiyan
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi pêşengiya YJK-E Dusseldorf meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi wesîleya 8'ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi pêşengiya YJK-E Dusseldorf meşek hate lidarxistin.
Jinên Kurd û Elman ên li Dusseldorf, Bonn, Aachen, Koln û derdora wê dijîn, tevlî meşê bûn. Jinên ku li Koln Bahnhofvorplatzê li hev civiyan, li ber erbaneyê govend gerandin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Piştre ber bi Heûmarkê ve meşiyan.
Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Na ji dîktatoriyê re, ku dixwaze li Tirkiyeyê bi referandûmê re xwe mayînde bike" hat vekirin. Jinan di meşê de gelek belavok belav kirin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "NA ji qirkirina jinê û dîktatoriyê re" qîriyan.
Çalakgerên ku heta Heûmarkê meşiyan, li vê derê mîtîngek pêk anîn.
Parlamentera HDP'ê Tûba Hezer, nûnerên 'Yaşanacak Dunya', Saziya Jinê ya Zara, MLPD û Yekîtiya Jinên Sosyalîst li mîtîngê axivîn.