Bi deh hezaran jin li Îtalyayê daketin qadan

Li gelek bajarên îtalyayê, di çalakiyên 8'ê Adarê de bal hate kişandin ser Berxwedana Serdemê ya li Efrînê. Jinên Kurd û Îtalyayî berxwedana li Efrînê silav kirin.

Li gelek bajarên îtalyayê, di çalakiyên 8'ê Adarê de bal hate kişandin ser Berxwedana Serdemê ya li Efrînê. Jinên Kurd û Îtalyayî berxwedana li Efrînê silav kirin.

MILANO: Li bajarê Milanoyê, di roja 8'ê Adarê de jinan komkujiyên ku dewleta Tirk a faşîst li Efrînê dike şermezar kirin. Çalakî ji aliyê 100 saziyan ve hate organîzekirin û bi hezaran kes tevlî bûn. Bi navê Komîteya Kurd a Mîlano axaftin hate kirin û hate destnîşankirin ku li dijî êrîş û komkujiyên li Efrînê tê kirin berxwedaneke dîrokî heye.

TORINO: Jinên Kurd û Îtalyayî li bajarê Torino li hev civiyan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Jinan piştî nîvro ji Porta Suza dest bi meşê kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Donna vita liberta" qîriyan. Di meeşê de şervanên YPJ'ê hatin silavkirin.

FLORANSA: Bi wesîleya 8'ê Adarê li bajarê Floransayê meşek hate organîzekirin û nêzî 5 hezar kes tevlî bûn. Di meşê de belavoka Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ya li ser 8'ê Adarê bi zimanê Îtalyayî hate xwendin. Di belavokê de bang li hemû jinên cîhanê hate kirin ku destekê bidin berxwedana Efrînê.

PISA: Li bajarê Pisa yê Îtalyayê nêzî 4 hezar kes bi wesîleya 8'ê Adarê meşiyan. Meş bi pêşengiya saziya bi navê "Şervanên mala jinê" ji alilyê gelek rêxistinen jinan û Komîteya Kurd a Toscana ve hate organîzekirin. Meşa ku ji meydana Victorio Emmanuele dest pê kir li Piazza Dei Cavalieri qediya. Jinên Kurd bi rengê xwe tevlî meşê bûn.