‘Bi agirê Newrozê em ê dilê dagirkeran bişewitînin’

Newroza herî bi wate li çiyayên Kurdistanê tê pîroz kirin, agirê Kewayê Hesinkar li çiyayan bilind û geştir dibe û ew agir dilê faşîzmê dişewitîne. Gerîlayên YJA Starê peyamên Newrozê dan.

Gerîlaya YJA STAR ên li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin, peyamên Newrozê dan.

Gerîla Eznar Yilmaz a cejna Newrozê ya ku di nava civaka Ereban de wek roja dayikê tê binavkirin pîroz kir û got: “Di serî de ez cejna Newrozê li Rêber Apo, tevahî dayikan, şehîdên şoreşê û hemû rêhevalên xwe yên ku di qadên tekoşînê de cih digrin pîroz dikim.”

Gerîla Yilmaz bal kişand ser wateya Newrozê ya li çiyan tê pîrozkirin û wiha domand: “Em niha li çiyayên azad cejna Newrozê pîroz dikin û bi wê kelacanê dijîn. Çi dibe bila bibe em ê bi ruhê Kewayan û Mazlûman li her derê agirê Newrozê bilind bikin û ti tişt li hember agirê Newrozê nabe asteng, ne dijmin û ne jî tevahî hevkarên dewleta Tirk dikarin agirê Newrozê vemrînin.”

Gerîla Yilmaz bang li tevahî jinan û bi taybet jinên Ereb kir û wiha pêde çû: “Ez wek gerîlayek Ereb bang li tevahî jinan dikim û bi taybet jî jina Ereb ku bên û berê xwe bidin nava refên PKK’ê, em bi hev re yekîtiyek ava bikim. Yên ku dixwezin rastiya xwe nasbikin û bighînin heqîqetê bila bên nava refên tekoşînê û rastiya dijmin nasbikin. Her keçeke Kurd û Ereb li ser van çiyayan weke agirekî bilind dibe, emê bi vê agirê dilê hemû dagirkeran bişewtînin.”

‘AGIRÊ KAWAYÊ HEMDEM MEZINTIR Û GEŞTIR BÛYE’

Gerîlaya YJA STAR’ê Havîn Arjîn di destpêka axaftina xwe de qala cejna Newrozê kir wiha got: “Bi boneya hatina roja 21’ê Adarê em bi rêhevalên xwe re li çiyayên azad agirê Newrozê geştir dikin. Newroza sala 2021’an bi ruhê berxwedana Garê tê pêşwazî kirin, em destpêkê di şexsê rêheval û fermandar Şoreş Beytûşebab û rêhevalên wî yên ku bi berxwedaniya xwe serkeftina Garê misoger kirin pîroz dikin. Bi vê ruhê ketina sala nû, ji bo me xwe gihandina serkeftinê ye. Ev roj roja serkeftin û azadiyê ye. Yê ku ruh daye vê rojê û ev roj carek din daye jiyankirin bêguman Rêber Apo ye. Ji ber wê jî em di serî de li Rêber Apo pîroz dikin.”

Gerîla Arjîn a soza diilindkirina tekoşînê da û got: “Em di wê baweriyê de ne ku di kêliyên pêşiya me de em ê rojên wisa pîroz bi Rêber Apo re pêşwazî bikin. Em soz didin ku em ê tola rêhevalên xwe yên şehîd rakin û em dibêjin ku wê xwîna wan hevalan li erdê nemîne. Agirê ku bi berxwedaniya Mazlûman geş bûye emê jî wê agirê hîn geştir û mezintir bikin. Ev îdayên ku em didin wê me bibe serketinê. Bijî Rêber Apo, Bijî berxwedaniya Mazlûmane.”

‘BI SOZÊN MEZIN EM Ê BIGIHÊJIN SERKETINÊ’

Gerîlaya YJA STAR’ê Serhildan Can roja 21’ê Adarê pîroz kir û hestên xwe di derarê vê rojê de bi van gotinan pênase kir: “Newroz li serê çiyayên bilind û bi heybet pîrozkirin ji bo me rûmeta herî mezine. Bi taybet ketina bihareke nû û destpêkirina jiyaneke nû em vê rojê bi rêhevalên xwe re li serê çiyan pêşwazî û pîroz dikin.”

Gerîla Can tekoşîna dayikan nirxand û wiha got: “Tekoşîna ku bi pêşengtiya jinê tê dayîn cihê serbilindiyê ye. Ji em li tevahî jinan vê rojê pîroz dikin û em dibêjin em ê bi hev re vê tekoşînê bilind bikin û bighînin lûtkeya herî bilind. Ev roj roja dayikê ye, bi taybetî dayikên ku di qadan de têdikoşin û li berxwedidin”.

Gerîlaya YJA STAR’ê Serhildan Can di dawiya nirxandinên xwe de soza xwe dubare kir û got: “Bi ruhê berxwedaniya Garê em ê bighînin serketinê û kêliyên azad bi Rêberê xwe re bijîn. Em soz didin ku di rêya wan de wê tekoşîna me xurtir bibe. Bi îdayên mezin ve em ê vê berxwedaniyê bidomînin û di rêya wan de bi îsrarbin.”