Bi 50 wêneyî Rojbîn...

‘’Kê cesaret kir ku Rojbîn bikuje?’’. Bi vê pirsê dest pê dike çîroka 50 wêneyî..

Gotina şaîrê Fransaiz Paul Elouard, ‘’Mirovek mir, ku ji bilî desten wê yên jiyanê re vekirî, ti berevaniya wê nebû’, kurteya hemû çîrokê vedibêje.

Di pirtûkekê de ku ji 35 rûpelan pêk tê, şahidiya bi dehan kesî heye. Hemû Rojbîn nas dikin, her yek gotineke wan heye.

Di pirtûkê de, ya bi navê ‘’Rojbîname’’, ku Komeleya Dostên  Kurdan a Bretonya amade kirî, behsa Rojbîn (Fîdan Dogan) tê kirin, ku yek ji wan şoreşger a Kurd bû, 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê hate kuştin.

Serokê rûmetê yê komeleyê Andrê Metayer 10’ê Çile ya 2013’an got, ‘’’Kê cesaret kir Rojbîn bikuje?’’. Pirtûk jî bi vî navî tê çapkirin. Metayer dibêje, ‘’Rojbîn, rojeke ji rasteqîniyê wêdetir bû, ku civaka Kurd ronî dikir’’.

Pirtûk di her rûpela xwe de, bi wêneyan, li ber ronkahiya şahidan jiyana Rojbîn û dawiya wê ya trajik vedibêje. Ji helwesteke siyasî wêdetir çîrokeke ev. Pirtûkeke ku diyarî jineke dilî û baweriyê hatî kirin. Bi kurtasî pirtûka ya mafdar û dadê.

Em di 50 wêneyî de Rojbîn dibînin, ku carinan cidî ye, carinan dikene, carinan dike bi hîqehîq dikene, carinan şaşwazî û carinan dilgermî û awirgerm e. Ev, Rojbîn e ku derdora wê, wê nas dik, hurmetê didiyê û jê hez dike.

Koordînayorê Koordînasyona Hevgirtina Netewî ya bi Kurdistanê re Joel Dutto dibêje, ‘’Birîn wê zû nekewe û şopa wê bimîne, lê çi dema ku dibinim alayên bi stêrikên sor, sê reng li ba dibin, rûyê wê xuya dike û pora wê, tam weke ku ji Marsîlaya li deryayê dinere li ba dibe. Kujeran winda kir.’’

Seroka Komeleya France- Kurdistan Sylvîe Jan dibêje, ‘’Ji bîr nekin, em ê qet rê nedin (…) Azadî nikare were kuştin.’’

Û bavê wê Hasan Dogan  Rojbîn bi çend peyvan dibêje, ‘’Fîdan sirûtî bû, dilekî wê yê pak hebû. Hez ji kene dikir û kenê wê xweş bû.’’

Di pirtûkê de banga  Şaredarê Şaredariya Rennesê Danîel Delaveau ku ji bo pirsgirêka Kurd daxwaza siyasî û çareseriya aştî dike, peyama wekîla Ille-et-Vilaîne Marîe-Anne Chapdelaîne ‘ez destekê didime doza we’ û peyamên gelek kesan ên xemgîniyê, hêrsê, biryardariyê, hevgiritnê û têkoşînê hene.

Andre Metayar dibêje ev pirtûka biçûk lê giran ber bi bihistyariyeke siyasî ya wiha ve diçe ku vê peyamê dide, ‘’alayê ez hildigirim’’.

Metayar balê dikişine ser lêpirsîna derbare komkujiyê, belgeyên ku derketin holê û serlêdana parêzeran a ji bo ku doz dîsa vebe û wiha dibêje, ‘’Ev doz hê neqediyaye, me tim got, nayê girtin…’’