Bernameya 8’ê Adarê ya Herêma Firatê hate eşkerekirin

Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê kampanya ‘Şoreşa jinê azadiya me ye’ ragihand.

Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê bi tevlîbûna dehan saziyên civaka sivîl a jinan li gundê Helîncê kom bûn û bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kampanya xwe ragihand.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Hacim li qada Şehîdan a gundê Helincê bi tevlîbûna bi dehan endamên jin ên saziyên sivîl, daxuyanek da.

Rewşen wiha axivî: “Bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê re em destpêkirina pêngava xwe radigihînin. Ev pêngav bi saya fedekariyên jinên têkoşer ên ku li dijî desthilatên hegemon li ber xwe dan û agir berdan berdena xwe, pêk hat.”

Rewşen destnîşan kir ku gelek pergelên desthilatdar hene ku hewl didin jinan ji azadiyê bêpar bihêlin. Nimûneya wê jî dewleta Tirk a dagirker e ku jinên têkoşer dike hedef.

Rewşen piştrast kir ku dewleta Tirk têkoşîna jinan û birêxistinkirina wan, li ser xwe xeter dibîne ji ber ku banga mafên xwe û gelê xwe dike.

Rewşen bang li tevahiya jinan kir ku tevlî pêngavê bibin û ji bo pênasekirina vîna jinên azad, çalakiyan orgenîze bikin û li hemberî pergalên faşîst li ber xwe bidin.

Beşdaran di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên silavkirina şoreşa jinan û têkoşîna wan û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.