Berfîn Serhat: Newroza 2013 destpêka azadiyê ye

Berfîn Serhat: Newroza 2013 destpêka azadiyê ye

Endama Konseya Rêveber a KCK’ê û Endama Komîteya Siyasî ya KCK’ê Berfîn Serhat, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ew wekê tevgerê heta dawiyê ligel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanin û nexşerêya ku wî daniye holê wek heyî esas bigirin. Serhat da zanîn ku Newroza 2013 destpêka azadiyê ye.

Serhat destnîşan kir ku ew wek tevgerê di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê wan dê bînin cih û da zanîn ku banga dîrokî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê Newrozê de dike dê bibe destpêka azadiyê. Endama Konseya Rêveber a KCk’ê û Endama Komîteya Siyasî ya KCK’ê Berfîn Serhat der barê rojeva siyasî de pirsên me bersivandin.

*Di meha adarê de ligel komkujiyên li hemberî gelê kurd, di heman demê de meha ku hefteya lehengî û Newrozê ye jî. Peyama gelê kurd ya vê Newrozê dê çi be?

Dema mirov li dîroka kurdan dinêrin lehengî û komkujî di nava hev de pêk hatin û ligel hev meşiyane.  Meha adarê jî bi vî aliyê xwe wiha ye.  Meheke ku komkujî û berxwedanên bi heybet pêk hatine ye.  Komkujiyên Qamişlo û Helepçeyê hene. Lê di heman demê de hefteya qehremaniyê jî heye. Berxwedanên zindanan hene.  Berxwedaneke mezin di meha adarê de pêk hatiye.  Meha adarê dê vê çanda berxwedanê bidomîne.

Newroz jî ji bo kurdan rojeke mezin a berxwedanê  ye. Ji bo azadiyê rojeke mezinkirina berxwedanê ye. Newroza îsal xwedî wateyeke ku pêvajoya çareseriyê ya ku rêbertiya me dest pê kiriyê ye. Ligel hemû êrîşan berxwedanên mezin pêk hatin û encamek wisa derket holê. Kurd jî bi heman hêza xwe divê li pişt vê pêvajoyê be. Ji bo jiyaneke bi rumet pêvajoyeke mezin a têkoşînê pêşve diçe. Divê gelê me di vê Newroza îsal de bi tevlibûneke mezin îradeya xwe derxe holê û daxwazên xwe yên demokratîk û aştiyane li qadan biqîrin. Ne tenê kurd, dostên kurdan, gelên din divê divê pêvajoyê de  piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.

*Çi cudahiya wê ji Newrozên din heye?

Dayîna starta azadiyê ye. Rêbertiya me dê bangekî bike. Dê nexşerê aşkera bike. Ji ber vê jî ev jî destpêka azadiyeke mezine. Divê her kes wisa bigire dest.  Em di demeke ku encamê bigirede ne.  Ji ber vê jî ev roj roja ku divê hemû kes îradeya xwe ligel aştî û azadiyê bi kar bîne ye. Newroz bi rastî dê destpêkek nû be.

*Hun pêşveçûna pêvajoya  çareseriyê çawa dibînin?

Weke hun dizanîn ku ev 30 sale bedelên mezin hatin dayîn, têkoşînek mezin hat dayîn. Di encama van bedel  dayînan de niha em ketine demeke ku encamê bigirine. Bê guman têkoşîn naqede. Reng û rêbaz dikare biguhere lê têkoşîn didome. Têkoşîn tenê dikeve pêngaveke nû.

*Li gorî we xeteriyek heye?

Di esasa xwe de tu pêvajo bê xeter î, bê rîsk nîne. Xeteriyên herî mezin provakasyonin in. Li dijî van divê baldarî hebe, divê bi hêz bê sekinandin.  Hinek alî dê nexwazin ev pêvajo pêşve bibe.

Di pêvajoyên berê de cerebandinên neyînî hene. Bûyera 33 leşkeran, mirina Ozal, dîsa di pêvajoya nû de komkujiya Parîsê heye...

Bê guman wisa ye. Em wek tevger bi biryar dikevin vê pêvajoyê. Em ê bi rêbertiya xwe re tevbigerin. Ji bo pêvajo bi awayekî baş pêşve biçe, çi bikeve ser milê me emê bikin.  Lê dê tedbîrên me hebin. Bi gel re jî hinek fikar hene. Bê guman divê her kes baldar be. Divê pêvajo baş bê xwendin. Lê herî zêde jî divê bi tevgerê û rêbertiya bawer bin.

Di esasa xwe de ev pêvajo dişibe salên 1920’î. Hewl tê dayîn ku pergaleke nû bê runiştandin. Lê di sedsala derbasbûyî de kurd tune hatin hesibandin. Kurdistan li parçeyan hatin veqetandin. Her yek xistin bin tekela hêzekê.  Lê di encama têkoşîna azadiyê ya ku ev 40 sal e tê meşandin de kurd xwedî hêzeke mezinin. Rola wan sereke ye. Dema hesabên avabûnekê bê kirin divê kurdan bikin  hesab. Rojavayê Kurdistanê li ber çavane. Di pergala nû de di asta demokratîk de divê mafê kurdan bidinê.

*Hêzên din yên kurd çawa nêzî vê pêvajoyê dibe?

Em dixwazin bi hemû partiyên kurd, şexstiyet û hêzan re bikevin têkiliyê û hemfikir bin. Têkiliyên me hene. Em jî wek her gelekî dixwazin kurd jî yekitiya netewî bidest bixin.  Ji bo maf û hiqûqa kurdan bikeve bin garantiyê  em dê bi hemû hêzên kurd re dê di nava konsensusekî de bin.

Dem bi dem hinek astegî çêdibin. Lê kurd di vê pêvajoyê de ji bo ku statuya heq dikin bidest bixin divê her cureyê astengiyê li pişt xwe bihêlin.  Ev berpirsyarî, berpirsyariya hemû rêxistinên kurdan û hêzane.  Ya me jî ya PDK û ya YNK’ê ye jî. Girînge ku mirov xwedî hisiyata vê berpirsyariyê bin.

*Mirov dikarin bêjin netewbûna kurdan pêk tê?

Belê di vî warî de gelek hewldanên girîng hene. Ji bo ev encamê bigire hemû kes divê di nava hewldanan de be.

*Lê di vê pêvajoyê de hun helwesta partiyên wekê CHP’ê çawa dinirxînin?

CHP partiyeke ku hîmê felsefeya Komara Tirkiyeyê avêtiye,  ya ku îdeolojiya wê ya fermî diyar kiriye.  Di dîroka dewletê de der barê pirsgirêka kurd de herî zêde partiya ku rapor pêşkêş kiriye. Lê di vê pêvajoyê de ji polîtîkayên baş naşopîne. Polîtîkaya wan neyîniye. Daxwazên girseya xwe jî danê.  Ev helwest ne ji bo CHP û ne jî ji bo pêşeroja gelan û ne jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd helwesteke erênî nîne. Di siyasetê de di nava helwesteke bi biryar de nîne. Partiya ku herî zêde îro xeta netewperestiyê bi awayekî aktîf dimeşîne ye.

*Di vê pêvajoyê de hun rola çapemeniyê çawa dibînin?

Bê guman rola çapemeniyê di vê pêvajoyê de hem erênî û hem jî neyînî heye.  Çawa ku aliyê ku erênî nêzî vê dibin heye, aliyê ku şer gur bikin jî hene.  Hinek aliyan roleke gelek negatîf girtine ser milên xwe.  Li Edeneyê gelê ku ji bo Newrozê berhev bûne wek terorê dinirxînin.  Rojnameya Akşamê ev kiribû.  Ev alî rantaş şer dikin û helwestên faşîzane nîşan didin.

Di esasa xwe de li Tirkiyeyê ev aliyê çapemeniyê her tim hebû. Îro jî heye. Kesên xwedî rumet yên di çapemeniyê de cih digirin jî hene. Lê wek tê zanîn çapemenî qada fikrên azade. Divê ev bê parastin. Ger vê neparêze, dê ji rastiya xwe dur bikeve. Mixabin ev kes jî hene.

*Rapora Roboskê aşkera bû hun çi dibêjin?

Hikûmeta tirk di vê bûyerê de ger helwesta xwe zelal derbixe holê bi rastî dê di vê pêvajoyê de helwesta xwe zelal bike. Di van bûyerên bi vî rengî de divê helwest zelal  be û berpirs derbikevin holê.  Davutoglu behsa guherîna zîhniyetê dikir. Lê rêbertiya me ev 10 sale behsa vê dikir.  Li kolanê ciwanên me tên kuştin. Rastî neheqî û pêkûtiyan tên.  Pîvana guherîna zihniyetê di komkujiyên wekê Roboskê de dertên holê.

*Helwesta tevgera jinan di vê pevajoyê de çi ye?

Helwesta me ya vê pêvajoyê bi ya tevgera me re hemane. Têkoşîna ku jin li her qadê dimeşîne de, divê bi serokatiya me re cih bigire. Divê berpirsiyariyên xwe bê kêmanî û bê teredut bîne cih. Ger bedel jî hewcebe dê ev bedel bê dayîn û bi hêzeke mezin tevli pêvajoyê bibe.