Başaran: Em hesabê jinan ji AKP-MHP'ê bipirsin!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişande ser êrîşên li ser jinan û got, ''Em bi hev re ji desthilatê hesab bipirsin.'' Başaran her wiha got îstîsmarên zayendî yên li Kurdistanê polîtikaya şerê taybet e.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniya çapemeniyê da.

Başaran bal kişande ser îstîsmar, tundiya li ser jinê ku van demên dawî zêdetir bûye, diyar kir ev bi rengê polîtîkayê her ku diçe bi rengekî hê beloqkir xwe nîşan dide û got, ''Nexasim li Kurdistanê, rûdanên îstîsmarê, em pir baş pê dizanin ku rêbazeke şerê taybet e ku ji hêla AKP-MHP'ê ve tê bicihanîn.''

Başaran diyar kir rûdanên tecawizên yên li Şirnex û Botanê ku bi destê hêzên çekdar ên dewleta  Tirk pêk hatine û helwesta rayedarên dewleta Tirk a li tecawizkar bi bîr xist û got tecawizkar bi hêz û wêrerkiya ku ji desthilatê standin vê dikin, desthilat tecawizê weke polîtîkayeke şer destekê dide rûdanên tecawizê yên li Kurdistanê.

Başaran her wiha êşkenceya li ser Rojbîn Çetîn, Gulîstan Doku ya ku ev 200 roj in nebedî ye, zextên li ser Komeleya Jinan a Roja û ya li ser jinên TJA'yî bi bîr xist û got, ''Em ê êrîşê bînin ser jinê lê hûn nikarin li dijî vê têbikoşin, heke hûn têbikoşin em ê bi hemû amûrên xwe yên zor û kotekiyê bi ser we de werin'', vê peyamnê didin. Lê jin bi hemû rê û rêbazan li dijî vê têdikoşin.''

Başaran di axaftina xwe de bal kişande ser bîlançoya kuştina jinan a serdema AKP'ê û got, ''Di van 12 salên dawî de 3 hezar û 45 jin hatin kuştin û mixabin her roja ku diçe ev komkujî zêdetir dibe. Kuştina jinan li vî welatî êdî bûye qirkirina jinan.''

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Başaran Pinar Gultekîn ku beriya bi çend rojan cenazeyê wê hate dîtin bi bîr xist û got, AKP ji şermezarkirinê pê ve ti tişt nekiriye.

Bi domdarî Başaran her wiha got Peymana Stenbolê encama keda bi hezaran jinî ye, ew ê destûrê nedin ku destkeftiyên têkoşîna jinên Kurd ji hêla desthilata AKP-MHP'ê ji dest wan werin standin, mîsogeriya wan rêxistiniya wan e û destkeftiyan e û ew ê dev ji destkeftiyên xwe neqerin.


Başaran bang li saziyên jinan kir û got, ''Ez bang li wan partiyên siyasî yên li derveyî parlamentoyê ne, yên ku bi me re ne an jî ne bi mere ne, bang li saziyên jin dikim. Werin em bi hev re li çareya vê meseleyê bigerin. Li kuçe, Meclîs, meydanan, li her deverê em têbikoşin. Li dijî tundiya nêr û serweriya mêr jiyaneke bi azadiya jinê ava bikin.''

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê  Ayşe Acar Başaran herî dawî bal kişande ser kampanyaya wan ku 8'ê Hezîranê dabûne destpêkirin, bi hev re gotine, ''têkoşîna jinê li her deverê ye'' û 25'ê Hezîranê li Parka Kugulu a Enqerê saetan 12.00'an wê kampanyayê biqedinînin û bibêjin, 'têkoşîna jinê li her deverê ye.''