Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye
Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm û gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar destnîşan kirin ku têkoşîna azadiya jinê hîmê bingehîn ê paradîgmaya Rêber Apo ye û gotin, azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye.
Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm û gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar destnîşan kirin ku têkoşîna azadiya jinê hîmê bingehîn ê paradîgmaya Rêber Apo ye û gotin, azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye.
Têkoşîna li dijî tundiya li jinê bi pêşengiya YJA Starê gihîştiye asta herî bilind û ji bo jin li cewhera xwe vegerin têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku bi saya fikrên Rêber Apo berxwedana jinê derbasî qonaxeke dîrokî bûye.
Gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar tundî û zexta li dijî jinê nirxand û got, "Sîstema hegemonîk a bi aqlê mêr tê birêvebirin, jinan di nava civakê de bê qîmet dike û wan ji her deverê diavêje. Di dema Neolîtîkê de bi pêşengiya jinan jiyanek hebû; zane bûn, pêşengî ji civakê re dikirin. Lê belê bi destpêkirina dewlet û desthilatdariyê re tundiya li dijî jinê destpê kir; hate xwestin, ji heqîqet û cewhera xwe bê dûrxistin. Ev sîstem hewl dide ji aliyê fîzîkî, mejî û derûnî ve jinê tine bike.
Ev mejî li ser tinekirina jinê ava bûye. Ji ber vê yekê her sal kuştina jinan zêde dibe. Ev sîstema ku bi aqlê mêr tê birêvebirin ne tenê jinan qetil dike, hewl dide wan parçe parçe bike. Gelek mînakên zilma li jinên berxwedêr hate kirin, hene. Mînak, Garîbe Gezer ku jineke ciwan bû li zindanê bi êşkenceyê hate qetilkirin, êşkence li cenazeyê wê jî kirin. Li Amedê Narîn a 8 salî hate kuştin, cenazeyê wê xistin hundir kîsekî û avêtin nava avê. Her wiha li Wanê hîn eşkere nebûye bê Rojîn çawa hate qetilkirin. Sîstem hebûna jinan qebûl nake, jin jî li hemberî vê li ber xwe didin."
JIN BI FIKRÊN RÊBER APO BÛN PÊŞENGA BERXWEDANÊ
Gerîlaya YJA Starê bal kişand ser têkoşîna jinê ya Rêber Apo û got, "Bi rabûna Rêber Apo re ne tenê gerîlayên YJA Starê, jinên li tevahiya cîhanê li dora wî civiyan. Jin bi fikrên wî bûn pêşenga berxwedanê. Em jî weke milîtanên Rêber Apo li dijî vê sîstema bi serweriya mêr têkoşîna xwe dewam dikin. Îro li Metîna, Avaşîn û Zapê gerîlayên YJA Starê li hemberî sîstema desthilatdarî û faşîzmê berxwedana herî mezin dimeşînin. Di nava vê têkoşînê de jin bi hêza xwe li hemberî êrîşên herî giran şer dikin û têkoşîneke mezin dimeşînin.
Mînak, weke fermandarên YJA Starê Berwar Dersim û Sara Tolhildan gelek hevrêyên me yên leheng di nava şert û mercên gelekî zehmet de li ber xwe dan û şehîd bûn. Ew weke mînakeke berxwedanê ya mezin derbasî nava rûpelên dîrokê bûn. Fermandar Sara Tolhildan li tunelên Şehîd Doxan bi berxwedana xwe li pêş bû û heta kêliya dawî şer kir. Fermandar Bêrîtan Nûrheq Çiya jî heta dawiyê têkoşiya û ji bo dîl nekeve destê dijmin xwe feda kir. Bi saya berxwedana van hevrêyên me yên leheng, dewleta Tirk a dagirker nikare gavekê jî biavêje. Weke YJA Star em ê dijmin têk bibin."
JINEKE RÊXISTINBÛYÎ JIYANEKE BI WATE Û KEDÊ TEMSÎL DIKE
Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm destnîşan kir ku sîstema bi serweriya mêr hezar sal in jinan tine dihesibîne û got, "Weke ku tê zanîn mirovahî hezaran sal in bi pêşengiya feraseta bi serweriya mêr dimeşe. Ev pêvajoya bi aqlê mêr ava bû, dîroka mirovahiyê gihand nuqteyeke welê ku ji ber desteserkirina nirxên jinê azadiya jinê hem ji aliyê fîzîkî hem jî manewî ve jê hate standin. Li dijî vî mejiyê ku jiyana jinê dagir kiriye, di dîrokê de gelek rêxistin, têkoşîn û serhildan çêbûn. Têkoşîna azadiyê ya PKK'ê jî bi pêşengiya jinê gihîştiye astekê. Ev têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya jinê tê meşandin, ji xwe re dike armanc ku bandora modernîteya kapîtalîst a li ser kes û civakê bişikîne. Bi taybetî mêr ên Kurd bi vê têkoşînê re guhertinek pêk anîn.
Di nava mêr ên Kurd de fikrê azadî, wekhevî, hevrêtî û jiyana azad bi jinê re ava bû. Li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya jinê jiyaneke nû ya li ser bingeha hezkirina rasteqîn û hurmetê tê avakirin. Tevgera PKK'ê zêdeyî 50 sal in bi vê ferasetê têdikoşe. Niha weke berê jin koletiyê qebûl nakin, şêweyê desthilatdariyê yê ku bi aqlê mêr li ser civakê tê meşandin red dikin. Bi pêşengiya jinên Kurd li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê jin li ber vê neheqiya hezaran salî radibin. Jin êdî hîn bêhtir rêxistinî ne, zane ne û bi xurtî têdikoşin. Bi taybetî karên Jineolojiyê yên ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, ji aliyê azadiya jinê û heqîqeta civakî ve asteke nû afirandiye.
Jineolojî ne tenê ji bo mafên jinan, her wiha ji bo parastina mafên mirovahiyê û civakê jî bû rêberek. Jin bi vê pêşengiya xwe bûn temsîla azadiya gerdûnî. Rêbertî destnîşan dike ku jin a rêxisitnbûyî hem hêza çareseriyê ye hem jî hêza azadiyê ye. Jin a rêxistinbûyî li qada lê dimîne wekhevî, serketin, bedewî, azadî, ked û jiyana bi wate temsîl dike. Têkoşîna azadiyê ya jinê, jiyan hem ji bo xwe hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê hîn bi wate û bedew kir. Jin têne qetilkirin, kolekirin, kirîn û firotin, ber bi xwekuştinê ve têne dehfdan, ev hemû encama mejiyê serwer ê mêr e. Lê belê têkoşîna ku bi pêşengiya jinê dewam dike wê vê sîstemê hilweşîne."
TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ HÊMANÊ BINGEHÎN Ê PARADÎGMAYA RÊBERTÎ YE
Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê bingeha paradîgmaya Rêber Apo ye û got, "Jin êdî ne tenê têdikoşin, jiyanê bi têr û tijî dijîn. Jinên ku berê kole û dîlgirtî bûn îro jiyanê hîn bi wate dikin. Jin niha ji siyasetê heta bi jiyana civakî li her qadê hene. Hevrêyên me yên jin ên di nava YJA Starê de têdikoşin dibin çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên cîhanê re. Gerîlayên YJA Starê lehengên mezin, fermandarên mezin afirandin. Nîşanî tevahiya cîhanê dan ku dema jin bibin rêxistinî hingî wê bibin hêzeke çawa, sîstema bi serweriya mêr wê karibin çawa parçe bikin û çarenûsa ku bi hezaran sal in li jinê tên ferzkirin çawa dikare têk bibin.
Hevrêyên me yên jin ên li nava YJA Starê têdikoşin, baweriya xwe bi fikrên azadiyê yên Rêber Apo anîne, xwe li gorî wê perwerde kirine, bi çek kirine û xwe bi rêxistin kirine. Şehîdên me yên destpêkê, hevrêyên me yên weke Bêrîtan û Zîlan ev yek ispat kirin û veguherîn sembolê. Nasnameya jinê ya PKK'yî ev rastî nîşan da. Ev yek jî ji bo jin ên cîhanê bû çavkaniya moral û hêzê. Ne tenê ji bo jinan, weke ciwanekî em jî ji vê hêzê sûdê werdigirin. Em hîn bêhtir lêpirsîn dikin, li hemberî mejiyê bi serweriya mêr hîn bêhtir bi hêrs dibin. Ev rewş derfetê dide me ku em pêwîstiya bi guherîn û veguherîna nava xwe fêhm bikin. Têkoşîna azadiya jinê bingeha paradîgmaya Rêber Apo ye."