Avesta: Di pêşengtiya jinê de mirovahî û xweza tê parastin

Avesta ya ku ji bo Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidiyan a li Bîelefeldê pemamek bi dîmen şand wiha got: “Ji bo parastina mirovahiyê, xweza û gel jin pêşengtiyê dike.”

Di rûniştina Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidî ku li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê hate lidarxistin, îro bi mijarên mîna “Rêyên derbasbûna ji bandoriyên pîskolojî yên fermanê û tramwayê”, “Lêpirsîna hêzên qirker û darezandin” û “Qirkirina li ser Êzidiyan tê kirin wê çawa bê valaderxistin” dewam kir.

Konferansa Navneteweyî ya Jinên Êzidî ku li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê hate lidarxistin, piştî rûniştinên îro bi dawî bû. Dayê Buhar, Zeynep Cûdî, Dayê Zehra, Zehra Şengalî ên ku diviya bûn beşdarî konferansê bibin lê ji ber ku dewleta Elmanya vîze nedan nekarîn beşdar bibin bi rêya telekonferansê beşdar bûn.

Endama Dîwana Hevserokatiya KCK’ê Sozdar Avesta ji bo konferansê peyamekî bi dîmen şand. Avesta di peyama xwe de wiha got: “Di jiyana me de gelek ziman hene, lê tenê zimaneke a jinan heye. Em divê konferansê de xalên girîng gotûbêj dikin. Ji bo parastina mirovahiyê,xwez û gelê me jin pêşengtiyê dike. Ji beriya hemû baweriyan baweriya Êzidî, felsefeya Zerdeş li ser van xaka hebû. Baweriyekî ku ronahî û aştiyê diparastin hebû. Vê civakê bi salane ku xwe parastine.”

Avesta destnîşan kir ku kî li ser Rojhilata Navîn bûye serwer hewl daye li ser Kurdan jî serweriyê bike. Avesta bal kişand ser cihê stratejîk ê Kurdan û diyar kir ku fermana 73’an li pey xwe hiştine û bi hezaran jin, zarok ketin destê DAIŞ’ê û weke kolan li sûkan hatin firotin.

Terapîst Ûlrîke Held di axaftina xwe de bal kişand ser mijara trawmayên ku çavkaniya xwe ji şer digirin. Held diyar kir ku trawma ji du reaksyonan derdikeve holê û got: “Yan têkoşîn dike û şer dikî yan jî direvî. Li vir jinên Êzidî rêya têkoşînê hilbijartin.”

Zehra Şengalî jî anî ziman ku ti kes bi Êzidiyan ne êşa. Şengalî diyar kir ku gerîlayên YJA Starê bi hewara jinên Êzidî ve hatin û got: “Em dua ji bo wan dikin. Me bi rêxistin kirin, êdî wê Êzidxan bi felsefeya Rêber Apo bê parastin.

Dayê Zehra jî got: “Em Barzaniyê ku îxanet li me kir ji bîr nakin. Jinên Êzidî bi 5 dînaran firot in. Jin, zarok ji mal û xaka wan kirin. Li Mûsilê meha Remezanê di qefesan de şewitandin.”

Parlemetera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca jî di konferansê de axivî û diyar kir ku ev qetlîam li pêş çavê hemû cîhanê hate kirin. Ûca wiha got: “Em hemû tiştên qewimî dizanin. Nêzî 5-7 hezar jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Beşek ji wan hatin rizgarkirin. Beşek ji wan hê jî di destê DAIŞ’ê de ne. Êdî divê jinên Şengelê bi berxwendan xwe bê vegotin. Êzidiyan li ber xwe da, li ber xwe didin.”

Ji wexfa Jinên Rojava Meîke Nack jî diyar kir ku gelek tişt ji dayîkên Êzidî fêr bûn. Nack wiha got: “Min gelek tişt li vir fêm kir. Em her yek bi çanda xwe mezin bûne. Bi taybet gelek tişt ji dayîkên Êzidî fêr bûm. Ji bo me gelek perspektîfên girîng hebûn. Divê em li bersiva em ê jin çawa bikaribin li gel hev bixebitin bigerin.”