'Artêşa Tirk li her cihî li bin guhê berxwedana gerîla dikeve'

Gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Heftanînê bi rengekî bêhempa li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk li her qadê li bin guhê berxwedana gerîla ketiye.

Li gel êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî êrişan dewam dike. Gerîla Ferman Memyan û Hemze Oxir li ser berxwedana Heftanînê axivîn.

Gerîla Ferman Memyan diyar kir ku li Heftanînê li dijî dewleta Tirk berxwedaneke mezin heye û got, "Propagandayên ku dijmin heta niha kiriye, dûrî ji rastiyê ye. Li Heftanînê tiştek bi ser nexistine, berevajî; gelek windahî dane.

Li her devera ku dixwazin bi pêş ve biçin li bin guhê berxwedana dîrokî ya gerîla dikevin. Bila her kes zanibe, gerîla heta niha dest ji ti cihî bernedaye û wê bernede. Ketina nava Heftanînê wê welê ne hêsan be. Ev devera mîna bihuştê ya Kurdistanê wê ji bo wan bibe dojeh."

Gerîla Ferman Memyan da xuyakirin ku leşkerên Tirk tengav bûne û têkildarî rewşa psîkolojîk a leşkeran got, "Dewleta Tirk li gel teknîka xwe jî li pêşberî rê û rêbazên gerîla nikare encamê werbigire. Leşkerên li herêmê hatine bicihkirin nikarin bi rehetî tevbigerin, hemû bûne hedefa gerîla. Rast e li hin cihan bi cih bûne, lê belê gerîla li wan deveran venekişiya ye. Gerîla li herêmê timî li dijî leşkeran çalakiyan dikin. Ev yek dibe tirsek û dikeve dilê leşkeran. Li gorî agahiyên ku gihîştine me, leşkerên li Heftanînê ne ji bo vegerê pêşniyar kirine."

LI HER DEVERA KURDISTANÊ WÊ TÊK BIÇIN

Hemze Oxir jî bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir bi taybetî gelê Başûr û got, "Bi taybetî gelê me yê li Başûr divê nerazîbûneke xurtir li dijî êrişên dagirkeriyê nîşan bide. Çawa ku gerîla li çiyê şer dike, gel jî ji bo piştgiriya gerîla divê li bajaran, li deştê çalakiyan bike û heta dagirkerî biqede li ber xwe bide. Ji ber ku dem dema şerê gel ê şoreşgerî ye.

Gelê me bi karakterê dewleta Tirk baş zane. Dewleta Tirk bi salane dijminatiyê li Kurdan dike. Li çar parçeyên Kurdistanê êrişê dibe ser Kurdan. Ji ber vê yekê divê her kes bibîne ku dewleta Tirk ne tenê li dijî PKK'ê ye. Ji bo me gerîlayên HPG'ê, berjewendiyên gelê me di ser her tiştî re ye. Em ê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li tevahiya Kurdistanê bînin, ne tenê ya li Heftanînê."