Amadekariyên kongreya jinên BDP’yî didome
Amadekariyên kongreya jinên BDP’yî didome
Amadekariyên kongreya jinên BDP’yî didome
Rêvebera BDP'a Manîsa Naîle Gumuştaş banga tevli bûna 2'yemîn kongreya jinan a awerte ku dê di 28'e nîsanê de li Enqereyê bê lidarxistin li jinan kir.
Bangên ji bo 2'yemîn kongreya awarte ya Meclisa Jinên BDP'ê ku dê di 28'ê nîsanê de li Enqereyê bi dirûşmeya "Jina bi rêxistinkirî, rizgariya demoratîk û jiyana azad" bê li darxistin didomin. Rêvebera BDP'a Manîsa Naîle Gumuştaş diyar kir ku divê jin bi rengê xurt û bi rêxistinkirî tevli kongreyê bibin û wiha axivî:
"Jinên ku ji Manîsa tevli kongreyê bibin divê biçin avahiya BDP'ê û navê xwe binivîsin. Roja Şemiyê saet di 21:00'an de dê wesayît li ber avahiyên BDP'ê yên navçe û bajaran ber bi Enqerê ve bi rê bikevin."