Abdûllah: Em ê bi serfirazkirina şoreşa jinê tolan wan hilînin

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdûllah li Şengalê got: “Em ê bi pêngavên xwe, bi serfirazkirina şoreşa jinê tola Nûjiyan û Nazê hilînin."

Nûçegihan Nûjiyan Erhan a ku li Şengalê di êrîşa PDK-AKP’ê de bi zanebûn bi sekvanî hatibû hedefkirin, şevê din jiyana xwe ji dest da.

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdûllah ku bi xwe jî bû şahid ku xebatkarên çapemeniya azad di eniyên şer de ji bo ku heqîqetê ragîhînin çawa mirina xwe tînin ber çavan, bi kuştina Nûjiyan Erhan tişta ku hatî hedefkirin ji ajansa me re nirxand.

Abdûllah diyar kir YPJ îro li eniya Reqa ji bo jinê û bedena wê rizgar bike têdikoşe, tola jinên Êzîdî yên Şengalê hiltîne. Abdûllah wiha domand: “Li wir di serî de jinên Êzîdî em hemû jinan bi bîr tînin. Hedefa PDK û dewleta Tirk tasfîyekirina Şoreşa Rojava ye ku şoreşa jinê ye. Em ê bi serfirazkirina şoreşa jinê tola Nûjiyan û Nazê hilînin.’’

‘DI HEMAN DEMÊ DE KOMKUJIYA KURD Û ÊZÎDIYAN E’

Abdûllah diyar kir ku PDK bi kuştina Nûjiyan û Nazê hewl daye ku xuyabûna îxanetê asteng bike û got: “Şehîdbûna van jinên azadîxwaz nîşan dide ku PDK tenê îxanetê li Kurdan nake, mirovên azadîxwaz, dengên azad, hebûna Kurdan jî dikuje. Em weke YPJ’ê komkujiya di kesayeta Nûjiyan Erhan û Nazê Naîf de pêk hatî, weke komkujiya Kurdan, Êzîdiyan dibînin.’’

‘PDK WEKE DAIŞ’Ê KOMKUJIYA JINÊ DIKE’

Abdûllah sersaxî da çapemeniya azad û got YPJ êrîşa bi ser Şengalê de ya PDK’ê weke êrîşa DAIŞ’ê ya bi ser jinê de dinirxîne. Abdûllah diyar kir bi destê PDK’ê kuştina Nûjiyan Erhan komkujiya jinê ye û wiha pêde çû: “PDK li Şengalê komkujiya jinê îro jî bi kuştina nûçegihana jin Nûjiyan Erhan bi awayekî berbiçav nîşan daye. Sedema ku bi zanebûna Nûjiyan kirin hedef, ew e ku dixwestin hedefa xwe veşêrin’’

‘ARMANC KIRIN KU HEQÎQETA JINÊ TINE BIKIN’

Abdûllah wiha got: ‘’Beriya heval Nûjiyan Nazê Naîf Qaval jî jineke azadîxwaz û rêxistinbûyî ku li Şengalê têkoşîna heqîqetê dida. Jineke wiha bû ku xwe dabû wê, da ku jinên Êzîdî careke dî komkujiyên wiha nejîn. Di şexsê wê de jî weke Nûjiyan Erhan heqîqeta jinê kirin hedef. Li dijî îxaneta PDK’ê dema ku bi jinên Êzîdî re li ber xwe dida hate kuştin.’’

‘EM AMADE NE, HEMÛ JINAN BIPARÊZIN’

Abdûllah diyar kir ku, em wekî YPJ’ê ji bo ku em bibin hêza parastinê ya jinan em têdikoşin û anî ziman: “Ji ber vê tiştî jî li Rojava di şertên herî giran de, di Fermana 73’an de li ser pêdiviyê me li Şengalê têkoşîna xwe bilindtir kir. Îro jî em wekî YPJ’ê xwe wekî hêza parastina jinan dibînin. Ji niha û şûnde tişta ku dikeve ser milê me, em ê pêk bînin. Divê her kes bizanibe ku jin êdî ne bêxwedî ne. Îro rêxistina jinan heye ya ku dikare jinan biparêze û xwedîtiyê li heqîqeta wan bike.”

‘JI BO NÛJIYAN Û NAZÊ EM Ê ŞOREŞA JINAN BIGIHÎNÎN SERFIRAZIYÊ’

Abdûllah bal bir ser Pêngava Xezeba Firatê ya ku YPJ’ê wekî hêzeke pêşeng tê de cih digire û pêngava rizgarkirina Reqayê û gotinên xwe wiha nirxand: “YPJ di hemû pêngavan de wekî hêza parastin û azadkirinê ya jinê, bi nasnameya xwe cihê xwe stendiye û di binê vê nasnameyê de şer kir. Îro jî li eniya Reqayê wekî hêza azadkirina jin û bedena wê cihê xwe stendiye û tola jinên Êzidî yên Şengalê werdigire. Li wê derê jî di serî de tola jinên Êzidî, em tola hemû jinan distînin. Yek ji hedefa PDK’ê û dewleta Tirk ev e ku Şoreşa Rojava tasfîye bike, ya ku şoreşa jinê ye jî. Bi pêngavên xwe em bi tolhildana Nûjiyan û Nazê, şoreşa jinan bigihînin serfiraziyê.

‘BI GIYANÊ NÛJIYANÊ EM JIYANA AZAD BIPARÊZIN’

Nesrîn Abdûllah di kesayeta Nûjiyan Erhan û Nazê Naîf de sersaxî ji gelê Kurd, jin, kedkarên çapemeniya azad û Êzidiyên Şengalê xwest û bi vê bangewaziyê nirxandina xwe bi dawî kir:

“Qetilkirina heval Nûjiyan û Nazê dîsa nîşanî me da ku, pêdiviya jinan bi pergaleke xweparastinê ya gelekî xurt heye. Ev komkujî ji bo me li ku dibe bila bibe, ji bo parastina fikrî, azadiya bedenê û nirxên ku ava kiriye bûye banga ku divê hemû jin beşdarî pergala xweparastinê bibin. Bi vî awayî divê em ji feraseta mêrbûnê ya serdest re bibin bersiv. Ji ber ku feraseta mêrbûnê Nûjiyan û Nazê kuşt. Ev êrîş ji aliyê hêza Kurd a bi navê PDK’ê a wekî îxanetê tê kirin, ji aliyê din ve jî wekî feraseta mêrbûnê ya serdest û êrîşa pergalê hatiye kirin. Ez dîsa bi giyanê Nûjiyan û Nazê hemû jinan vedixwînim ku bibin parêzer û têkoşerên dengê azad û jiyanê.”