Şîdeta zilam: Li Stenbolê cînayet, li Samsûnê jî mirina bi guman

Li Stenbolê jinek hat qetilkirin, li Samsûnê jî jinek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Pendîk a Stenbolê Ramazan Sû di taksiyê de berê tûndî li Nermîn Celep kir û piştre bi kêran birîndar kir. Celep ku ji aliyê ajokarê taksiyê ve rakirin nexweşxaneyê li vir jiyana xwe ji dest da.

Kujer Ramazan Sû hat destgîrkirin.

SAMSÛN

Mzîa Okrîashvîlî ya ji Gurcîstanê li Taxa Hançerlî ya navçeya Îlkadim a Samsûnê bi guman jiyana xwe ji dest da. Zilamê bi navê H.H.Y. hat destgîrkirin. Cenazeyê Okrîashvîlî rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê.

ÎZMÎR

Di rûniştina derbarê Bûrak Kinci yê ku di 3'ê Mijdara 2020'an de li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê Aycan Kinci ya hevberdan dixwest bi giranî birîndar kirî de, heyeta dadgehê bi hinceta "hewldana kuştina hevjîna xwe ya bi zanebûn” weke sûc dît û bêyî ku cezayê wî daxîne 18 sal cezayê girtîgehê lê birî. Parêzerên bersûc li hemberî 18 sal cezayê girtîgehê ya bê daxistin ku li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyakayê hat dayîn îtîraz kirin û dosya birin îstînafê.

4. Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê biryara dadgeha herêmî pejirand.

POLÎSÊ KUJER: HEZKIRINA MIN JI BO WELAT HEYE

Rûniştina doza polîsê Tirk Muslum Aktaş ê ku hewl da Sevgînûr Aktaş a li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Keçîorenê ya Enqereyê teknîsyeniya anesthesiyê dikir bikuje û bû sedema astengkirina wê, li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Polîsê kujer got, "Ez bêsûc im. Ez polîsekî Tirk ê rast û bi rûmet im ku bi hezkirina welat peywira xwe bi cih tînim."

Rûniştin hat taloqkirin.