BI DÎMEN

Şîdeta polîsan a li dijî Newroz Ûysalê li Stenbolê hat protestokirin

Şîdeta li dijî Parlamentera DEM Partiyê Newoz Ûysalê ya di dema protestokirina xespa bi destê qeyûm de, li Stenbolê hat protestokirin.

Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de şîdeta polîsan a li Wanê li dijî Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslanê pêk anî hat şermezarkirin û pankarta "Dê li hember şîdeta dewleta mêrperest têkoşîna me dewam bike" hat vekirin.

Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû wiha axivî: "Em di dema çalakiya demokratîk de êrîşa li dijî parlamentera xwe qebûl nakin. Êrîşî mekanîzmayên hevpar ên têkoşînê û destkeftiyên jinan dikin."

Aktîvîsya TJA'yê Aygul Sîncar jî wiha axivî: "Ne tesadufek e ku desthilata faşîst a AKP'ê êrîşî TJA'yê dike ku ew pêkhateyeke jinên berxwedêr e. Em wek jin di şexsê Newroz Ûysal, Neslîhan Şedal û Helîn Demîrtepeyê de soz didin ku em ê li dijî feraseta dijminahiya jinan dike û şîdeta dewleta mêrperest têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.