Şideta li ser jinê li Dûîsbûrg û Frîboûrgê hatin protestokirin

Li Elmanya û Fransayê şideta di demê pandemiya şewba Koronayê de li ser jinan zêde bûye, bi çalakiyan jinan lidar xistin, protesto kirin.

Şidet û qetlîamên li ser jinê tên kirin li Dûîsbûrg û Frîboûrgê hatin protestokirin.

DÛÎSBÛRG

Jinên ku li Dûîsbûrg a Elmanyayê hatin ba hev şideta li ser jinê li Avendûnkplatezê protesto kirin. Çalakiya 7’emîn ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve hate kirin. Li ser navê meclîsê Amara Tolhildan axivî û piştre jî belavok hate xwendin.

FRÎBOÛRG

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Mizgîna a Berndê û komîna jinan a Frîborûg li bajarê Frîboûrg a Swîsreyê bi aramnca balê bikişînin ser qetlîamên jinan, çalakiyek kirin. Çalakiya ku li pêşiya stasyona trenê ya navendê pêk hat, bal kişandin ser şidet û qetlîamên li ser jinan ên demê pandemiyê de zêdetir bûne. Di axaftinên hatin kirin de ev hate gotin: “Carekî din şideta û qetlîamên li ser jinan ên li Ewropayê di demê pandemiyê de zêdetir bûn, da nîşandan ku êdî mal jî ji bo jin û zarokan ne qadên ewle ne.” Di çalakiyê de heman demê operasyona qirkirina siyasî ya li ser Komeleya Jinê ya Roza û girtina hevşaredar û wekîlên HDP’ê jî hatin protestokirin.