Şervanên YJŞ'ê: Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin

Jinên YJŞ'î diyar kirin, li dijî tundî û êrişa li jinan divê li tevahiya cîhanê jin xwe bi rêxistin bikin û gotin, "Bi xwedîderketina li jinên bindest em dikarin bi hev re pêşî li qirkirina jinê bigirin."

Ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întîkam, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li jinên Êzidî pîroz kir ku ji ber fermanê li çar aliyên cîhanê belav bûne.

Întîkam bi bîr xist ku 8'ê Adarê ji bo jinan hemûyan roja têkoşîn, piştevanî û yekîtiyê ye.

Fermandara YJŞ'ê Întîkam destnîşan kir ku 8'ê Adarê rojeke berxwedanê ya dîrokî ye ku bûye sembol û got, "Ji bo me, 8'ê Adarê nabe ku tenê di rojekê de bê bisînorkirin. Ji ber ku têkoşîn bi rojekê nabe, bi mehekê yan jî salekê nabe. Têkoşîn pêvajoyeke bênavber e. Jinên ku ji aliyê dijminên Kurdistanê ve dîl hatine girtin kêlî bi kêlî li ber xwe didin. Em jî hem li hundir hem jî li derve li dijî dijminên xwe kêlî bi kêlî têdikoşin û em ê vê têkoşîna xwe bidomînin."

LI NAVENDA EWROPAYÊ JINEKE ÊZIDÎ TEVÎ ZAROKA XWE HATE QETILKIRIN

Întîkam fermana dawî ya li Şengalê bi bîr xist û got, "Beriya 2014'an rastiyeke Êzidiyan hebû ku Rêber Apo baş nasnedikirin. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nedihat pîrozkirin. Lê belê jin êdî vê xaka pîroz bi rê ve dibin, xwedî îrade ne. Naskirina Rêber Apo û felsefeya wî kir ku jinên Êzidî xwe bi rêxistin bikin."

Fermandara YJŞ'ê Întîkam bal kişand ser qirkirina jinê û got, "Li welatên qaşo pêşketî ne, tundî, biçûkkirin û qirkirina jinê tê dîtin. Jinên ku xwe bi rêxistin nakin li rewşeke bi vî rengî rast tê. Li pêş çavên tevahiya cîhanê li navenda Ewropayê jineke Êzidî tevî zarokê xwe tê qetilkirin. Ev yek dewama fermanê ye. Jinên li cîhanê hemû bi xwerêxistinkirinê bi xwedîderketina li jinên bindest dikarin bi hev re pêşî li qirkirinê bigirin."

'EM Ê MÎNA ŞEHÎD SARAYAN BERXWEDÊR BIN'

Şervana YJŞ'ê Çîçek Çiya diyar kir ku dema wê yekemcar 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bihîst gelekî matmayî ma û got, "Beriya ku em fikir û felsefeya Rêber Apo nas bikin haya me jê nebû ku rojeke bi vî rengî pîroz heye. Lê belê em ê êdî mîna Şehîd Sarayan berxwedêr û têkoşer bin û vê rojê bi jinên cîhanê re pîroz bikin."

Şervana YJŞ'ê ya bi navê Hebûn Çiya jî got, "Ji bo em bendewariya 8'ê Adarê û berxwedanê ya ji me bi cih bînin em ê xwe xurt bikin. Bi navê şervanên YBŞ û YJŞ'ê em ê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cih bînin. Jinên ku berê li Şengalê navê xwe jî nedihat bîranîn, îro bi rêxistin e. Bi mezinkirina vê rêxistiniyê em ê pêşî li fermanan bigirin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û bibin mînk ji cîhanê re."