BI DÎMEN

Şengalî li ser piya ne, daxwaza şervanên xwe ji artêşa Iraqê dikin

Xelkê Şengalê di roja duyemîn de li ber Navenda Mûxabarata Iraqê li hev kom bû û daxwaza berdana şervanên xwe yên YBŞ'ê kir.

Li dijî êrişa hêzên çekdar ên Iraqê yên li ser tîmek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku di encamê de 5 şervanên YBŞ'ê hatin girtin û tê gotin 3 ji wan birîndar in, xelkê Şengalê 2 roj in li ser piya ye.

Li gel dayikên şervanên hatin revandin, şêniyên Şengalê serê sibehê li navenda Şengalê meşeke şermezarkirinê lidar xistin.

Girseya gel heta ber avahiya Mûxabarata Iraqê ya li taxa Hey Nesir a li Şengalê meşiya. Di meşê de tim û tim dirûşmên ji bo piştgiriya bi YBŞ'ê re hatin qîrîn.

Xelkê Şengalê li ber avahiya Mûxabarata Iraqê kon danî û dest bi çalakiyê kir.

Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê hejmara leşker û çekên xwe yên li Şengalê zêde kiriye.