Newroza Qendîlê destpê kir
Li Qendîlê pîrozbahiya Newroza azadiyê bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.
Li Qendîlê pîrozbahiya Newroza azadiyê bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.
Li Çiyayê Qendîlê bi dirûşma 'Bi ruhê Newrozê em Rêber Apo azad dikin, Civaka Demokratîk ava dikin' Newroz tê pîrozkirin.
Dika Newrozê bi wêneyên şehîdan, alên PKK'ê û wêneyên Rêber Apo hate xemilandin. Gel tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Jin, Jiyan, Azadî' diqîre.
Malbatên şehîdan agirê Newrozê dadan û pîrozbahiya Newrozê bi vî rengî destpê kir.
Tê payin ku pîrozbahî heta danê êvarê dewam bike. Li gel peyama Hevserokatiya KCK'ê wê gelek peyam û axaftvan hebin.
Her wiha koma muzîkê ya 'Awazê Çiya', gelek hunermend û kom wê hunera xwe pêşkêş bikin.