Gerîla TV, dîmenên çalakiya 27’ê Hezîranê parve kir

Gerîla TV, dîmenên çalakiya gerîlayên HPG’ê ya 27’ê Hezîranê li dijî leşkerên Tabûra Gundikê Melê lidar xistî parve kir.

Gerîlayên HPG’ê 27’ê Hezîranê di çalakiya lidar xistin de, di nava 2 giran de wesayîtekî leşkerî ya bi tîpa Reo kiribûn hedef. HPG’ê têkildarî vê çalakiya xwe ev agahî dabû: “27’ê Hezîranê saet 16:00’an hêzên em li dijî leşkerên Tabûra Gundikê Melê ya girêdayî Şirnexê çalakiyek lidar xistibû. Hêzên em yên ku wesayîta Reo ya di navbera du girên ku ewlekariya tabûrê dikirin de kire hedef û ji nêz ve lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 3 leşker hatin kuştin.