Şehîd Zîlan li Şengalê hat bîranîn

Jinên Şengalê bi boneya salvegera 26’an a şehadeta gerîlayê PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) merasîmeke bîranînê lidar xistin.

Li Şengalê bi minasebeta 26. salvegera çalakiya Şehîd Zîlan, bi pêşengiya TAJÊ merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn li Meclîsa Gel a Şengalê hate lidarxistin û endamên meclîsa gel, PADÊ, Tevgera Ciwanan, Saziya Malbatên Şehîdan jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Cîhan Celo li ser rastiya Şehîd Zîlan axaftinek kir. Cîhanê destnîşan kir ku bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Zîlan, li seranserê Kurdistanê gelek çalakiyên bîranînê tên lidarxistin û got: “Şehîd Zîlan keçeke ji nav civakê bû û kete dîroka azadiyê. Wê çalakiya fedayî pêk anî.”

Cîhan Celo bibîrxist ku Şehîd Zîlan di sala 1995’an de tevlî têkoşîna azadiyê ango Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibe û li ser têkoşîna wê ev nirxandin kir: “Şehîd Zîlan di demeke kurt de xwe nas kir, Serok Apo nas kir, rastiya civakê nas kir. Ne li ser xwe û ne jî li ser civaka xwe bindestî qebûl nekir. Hevala Zîlan navê xwe ji komkujiya Geliyê Zîlan girt. Di wê geliyê de bi hezaran mirov hatibûn qetilkirin.”

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Cîhan Celo, di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser bandora çalakiya Şehîd Zîlan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şehîd Zîlan piştî ku tevlê Tevgera Azadiyê bû, di nava salekê de hat wê astê ku çalakiya fedayî bike û dinyayê bihejîne.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Zîlan hatibû amadekirin bi baldariyeke mezin hate temaşekirin.

Merasîma bîranînê piştî temaşekirina sînevîzyonê bi berzkirina dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.