Şandeya jinên Bakur serdana Tevgera Goran kir

Şandeya jinên Bakurê Kurdistanê serdan rêveberiya jin a Goranê kir.

Şandeya jinan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û hevşeradar, rêveberên TJA’yê çalakvanên mafên jinan ku ji perlementera bajarê Sêrtê Sabahat Erdogan, heseroka şaredariya Silopya Edalet Çîmen, berpirsa Rêxistina Jinan Gulbihar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar, endama Meclîsa jinan a HEDEP’ê Gulbihar Aksoy pêktê, di 29’ê Mijdara 2023’yan de serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Şande bi sazî û nûnerên jinan yên Başûrê Kurdistanê re dicivin. Serdanên şandeya jinan ya li bajarê Silêmaniyê dewam dike.

Di vê çarçoveyê de şandeya jinan, li Silêmaniyê serdana jinên Tevgera Goran kir. Piştî civîna her du aliyan endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar daxuyaniyek çapemeniyê da. Neslîhan Acar behsa sedema serdana ji bo jinên Tevgera Goran kir û got; “Me bi boneya pêngava têkoşîna dijî tundûjtiya dijî jinan û yekbûna jinên Kurd serdana jinên Tevgera Goran kir. Armanca serdanê ew ji bo ku em bikarin bi hevre weke jin ji bo azadiya jinên li Bakur û Başûrê Kurdistanê kar bikine.”