Însiyatîfa Jinên Tolhildêr li Geverê çalakî kir

Tîmên Însiyatîfa Jinên Tolhildêr li Geverê li dijî navenda polîsan a 75’emîn bi teqemeniyên dest, molotof, fîşekên hewayî û çekên ferdî çalakî kirin.

Tîmên Însiyatîfa Jinên Tolhildêr li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî navenda polîsan a 75’emîn bi teqemeniyên dest, molotof, fîşekên hewayî û çekên ferdî çalakî kirin.

Însiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyanî da û got: “Tîmên me tespît kirin ku 2 dagirker birîndar bûne ku rewşa yek ji wan giran e. Piştî çalakiyê polîsên tîmên taybet dor li taxê girt. Li dijî polîsan çalakiyek din jî hate kirin. Ji du aliyan ve bi teqemeniyên dest li wesayîta tîpa ‘Hilux a Spî’ ku dewriye digeriya, hate xistin. Polîsên tîmên taybet ên dagirker di hundirê wesayîtê de bûn. Zirareke mezin gihişte wesayîtê. Di vê çalakiyê de jî polîsek dagirker bi giranî birîndar bû. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi ewle gihiştine qadên xwe. Ev çalakiya me li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, hatiye kirin.”