Însîyatîfa 1000 Jin ji bo girtiyên nexweş bang kir
Înîsiyatîfa 1000 Jin a Ji Bo Girtiyên Nexweş, ji bo girtiyên jin ên nexweş nameyek vekirî ji siyasetmedaran re nivîsandin û got, "Divê daxwaza azadiyê ya girtiyên nexweş bikeve rojevê."
Înîsiyatîfa 1000 Jin a Ji Bo Girtiyên Nexweş, ji bo girtiyên jin ên nexweş nameyek vekirî ji siyasetmedaran re nivîsandin û got, "Divê daxwaza azadiyê ya girtiyên nexweş bikeve rojevê."
Înîsiyatîfa 1000 Jin a ji bo Girtiyên Nexweş, çend roj beriya Hilbijartina Serokkomariyê ya 2023’yan û Serdema 28’emîn, nameyek vekirî ji siyastemedarên girtî re şand. Jinan destnîşan kir ku, divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji danezana hilbijartinê û xebatên ji bo reforma darazê were kirin. Jinan bang li hemû siyasetmedaran kirin ku ji bo parastina mafê jiyanê ya girtiyên nexweş hemû tedbîrên pêwîst bi raya giştî re raghînin.
‘1517 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE KU 651 JÊ GIRAN NEXWEŞ IN’
Nameya jinan wiha ye:
“Em komek jin in ku ji bo mafê tenduristî û jiyana girtiyên jin ên nexweş têdikoşin. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî hene ku gelek ji wan nexweşên giran in. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan, heta Nîsana 2022’yan 1517 girtiyên nexweş hene ku 651 jê giran nexweş in. Tenê di sala 2021’an de 7 ji wan ji ber berdana wan hatiye taloqkirin herî kêm 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.
Me di destpêka sala 2022’Yan de, di demekê de ku rewşa tenduristiyê ya yek ji girtiyên siyasî yên nexweş Aysel Tûglûk ku her diçû xirab dibû, kampanyaya 1000 jin ji bo Aysel Tûglûk da destpêkirin. Di şexsê Aysel Tûglûk de em ji bo parastina mafê bi sedan girtiyên nexweş ên ku gelek ji wan nexweşên wan giran in, li malên xwe û di nava hezkiriyên xwe de bijîn û bên dermankirin hatin gel hev. Aysel Tûglûk bi saya ked û hewldanên jinên li Tirkiyeyê têdikoşin û ji çar aliyên cîhanê piştgiriyê didin vê têkoşînê, êdî ne li girtîgehê ye. Lê peyva ku me got dema me dest bi vê kampanyayê kir hê jî derbasdar e; Em ê destûr nedin girtiyên nexweş li ber çavan mehkûmê mirinê bên kirin!
Mafê jiyaneke bi tendurist heye û parastina vî mafî ji bo me hemûyan girîng e. Ger mafê jiyanê li girtîgehan neyê parastin û di bin xetereyê de be, demokrasî û mafên mirovan bên binpêkirin, li derve jiyana azad û demokratîk nayê domandin.
Dewlet mecbûr e ku mafê jiyaneke bi tendurist ji bo hemû girtiyên nexweş biparêze. Di vî warî de ji ber sedemên îdeolojîk du standard nayên berçavgirtin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan û mafê wan hebe ku di bin çavdêriya xizmên xwe de, di nava şert û mercên saxlem de û bêyî ku zirarê bidin rûmeta mirovan, bên dermankirin. Bi baweriya ku ev daxwaz parçeyek ji hêviya siberoja demokratîk e, em biryardariya xwe ya berdewamkirina têkoşîna xwe ya ji bo girtiyên jin ên nexweş radigihînin.
‘DIVÊ DI ROJEVA PARTIYAN DE BE’
Di demek nêzîk de li pêşiya me hilbijartinek heye. Di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê de, divê girtiyên nexweş di rojeva tevahî namzet, partiyên siyasî û tifaqan de bin. Ev pêdiviya demokrasiyê ye. Parastina mafê jiyanê, ku divê di nav sozên herî pêşîn ên qada siyasî de be. Heya ku jiyana li girtîgehan bên piştguh kirin, ne mimkûn e ku jiyana me li derve bi nirx û ewle be.
Bi vê mebestê em teqez dikin ku divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji beyannameyên hilbijartinê û xebatên reforma darazê. Ji ber ku em dizanin ku gelek ji van kesan ji ber nêrînên xwe yên siyasî rastî îşkence, zext û tecrîdê tên û bi awayekî sîstematîk ji xizmetên tenduristiyê bêpar in, em dixwazin balê bikşînin ser ku serbestberdana girtiyên nexweş divê bibe parçeyek ji manîfestoyên hilbijartinê û xebatên ji bo sererastkirina dadgeriyê. Xistina rojevê ya daxwaza azadiyê ya girtiyên nexweş jî wê bibe hewldaneke gelekî hêja.
Em li bendê ne ku hûn mafê jiyanê yê girtiyên nexweş biparêzin û em bang li we dikin ku hûn tevkariyê li hemû tedbîrên pêwîst bikin yan jî her tiştên divê di vî warî de bên kirin bikin û planên xwe yên di vî warî de ji raya giştî re rave bikin."