Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Girtîgeh veguherîne malên mirinê

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, rexmî astengiyan jî daxuyanî dan û anî ziman ku girtîgeh veguherîne malên mirinê û gotin: “Li dijî şer û tecrîdê em aştî û azadiyê diparêzin.“

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, xwestin bi şîara "Li dijî şer û tecrîdê em aştî û azadiyê diparêzin" li Parqa Saraçhaneyê ya navçeya Fatîhê daxuyanî bidin. Polîsan dayikên ku li parqê li hev kom bûbûn bi zorê derxist derveyî parqê û destûr neda ku li parqê daxuyanî bidin. Dayikan bi dûrişmeya "Jin Jiyan azadî" bertek nîşanî polisan da.

‘DERQANÛNÎ YE‘

Li ser vê yekê Dayikên Aştiyê bi dirûşmeya “Jin jiyan azad“ berz kirin û bertekên xwe anîn ziman.

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz jî piştgirî da çalakiya Dayikên Aştiyê.  Canbaz anî ziman ku astengiya polîsan ji derveyî qanûnê ye.

‘GIRTIYÊN SIYASÎ RÛMETA ME NE‘

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi meşê heta avahiya xwe meşiyan. Di meşê de dayikan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne“ berz kirin.

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li ber avahiya komeleya xwe daxuyanî dan çapmeniyê.

‘ZAROKÊN ME AZADIYA RÊBERÊ XWE DIXWAZIN‘

Daxuyanî ji aliyê Perîhan Akbulut ve hate xwendin. Akbulut anî ziman ku girtîgeh veguherîne malên mirinê û got: “Em naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekeve. Zarokên me azadiya rêberê xwe dixwazin. Bila êdî zarokên me jiyana xwe ji dest nedin.“

Çalakiya dayikan bi dirûşmeyan bi dawî bû.