Îmzeyên li Kolnê hatinî komkirin ji OPCW’ê re hat şandin
Endamên Meclîsa Jinê ya Viyan nameyên ku bi daxwaza OPCW biçe qadên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî di êrişan de bikar aniye û lêkolîn bike amade kiribûn, îmze kirin û ji OPCW’ê re şandin.
Endamên Meclîsa Jinê ya Viyan nameyên ku bi daxwaza OPCW biçe qadên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî di êrişan de bikar aniye û lêkolîn bike amade kiribûn, îmze kirin û ji OPCW’ê re şandin.
Êrişên dewleta Tirk ya ev 6 mehin bi çekên kîmyewî li ser Qadên Parastinê yên Medya pêktîne, li Ewropa bi rêbazên cuda tê tejhîrkirin.
Ne tenê tê teşhîrkirin belku ji bo ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW jî di nav de hemû saziyên têkildar bêdeng nemînin û bikevin tevgerê çalakî tên lidarxistin.
Li bajarê Koln a Elmanyayê jî nameyên ku bi daxwaza OPCW biçe qadên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî di êrişan de bikar aniye û lêkolîn bike amade kiribûn, îmze kirin û ji OPCW’ê re şandin.
Jinan diyar kirin ku ewê heya digihîjin armancê xwe wê çalakiyê xwe bidomînin û wê roja Sêşemiya bê jî stanta agahdarkirinê vekin.