Êşkenceya cinsî li girtiyên jin tê kirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê gotin, êşkenceya cinsî li wan tê kirin û girtiya nexweş Sîsê Bîngol jî bi awayekî destkelepçekirî birine nexweşxaneyê.

Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, êşkence û kiryarên xerab ên li girtiyan tên kirin dewam dikin. Girtiyên jin bi rêya parêzerên xwe ev êşkence ji raya giştî re ragihandin û gotin, di dema serşuştin û tiwaletê de gardiyan yekser dikevin hundir.

Li gorî nûçeya JIN NEWS'ê, girtiyên li ber vê radibin, êşkenceya zayendî li wan tê kirin û li hucreyê tên bicihkirin. Girtiyan diyar kirin, girtiya nexweş a 75 salî Sîsê Bîngol ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê gelekî giran e, nikare bi tena serê xwe biçe tiwaletê, lewma hevalên li qewîşê alî wê dikin. Hat ragihandin, Sîsê Bîngol ku nexweşiya mîzdankê pê re heye, bi awayekî destkelepçekirî birine nexweşxaneyê.

Girtiyan dan xuyakirin ku pitikeke du salî ku tevî dayika xwe li girtîgehê ye, ji ber madeya şapê ya li nava xwarina girtîgehê nexweş ketiye û timî verdişe. Girtiyan gotin, ji dema destpêkirin êrîşa li ser Efrînê ve, di dema serjimartinê de gardiyan bi gotinên nîjadperest hewl didin girtiyan tehrîk bikin.

Girtiyan xwestin, êşkence û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehê tê kirin ji aliyê ÎHD'ê ve tavilê ji raya giştî re bê ragihandin.