'Em li ser bingeha serketinê dest bi sala 2022'an dikin'

Çewlik diyar kir ku li ser bingeha serketinê, ew bi biryardariya têkbirina dijmin dest bi sala 2022'an dikin.

Fermandara YJA Starê Zozan Çewlik diyar kir, ku sala 2021'ê gerîlatiya modernîteya demokratîk hatiye ceribandin, hêlên xwe yên qels hatine tespîtkirin, hêlên xurt jî hatine kûrkirin û got, ''Em wiha lê difikirin; ev doktrîna şer ku em weke gerîlatiya modernîteya demokratîk jî bi nav dikin, wê ji bo hemû gelan, jinan û hêzên dijî pergalê bibe perspektîfa sereke.''

Beşa duyan a hevpeyvîna bi Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê re wiha ye:

We qala berxwedana gerîla kir ku li gorî pîvanên gerîlatiya modernîteya demokratîk a serdema nû tê meşandin. Mirov gerîlatiya vê serdemê dikarin weke gerîlatiya sedsala 21’ê pênase bikin. Yak u gerîlayên azadiyê bi ser xist çi bû?

Her serdem xwedî karakterekî xweser e û li gorî vê karakterê jî sazî, jiyan û têkiliyên xwe hene. Her wiha şêweyekî mirovan ê li gorî karakterê serdemê diafirîne. Ji aliyê sedsala 21’ê ve karakterê vê serdemê bandor li modelên artêşê û rêbaza şer kiriye. Di vê serdemê de ku weke serdema enformasyonê jî tê pênasekirin, hêzên desthilatdar xwe li her cûre agahiyê dikin xwedî û li şûna ku ji bo pêwîstiyên mirovan bi kar bînin, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Serweriya li ser agahiyê tê wateya serweriya li ser hêzê. Aliyekî şerê ku di sedsala 21’ê de tê meşandin şerê înternetê, şerê medya dîjîtal e û weke êrişên sîber tê pênasekirin. Şer berê di navbera du an jî gelek hêzên leşkerî de dihate meşandin. Artêş dihatin hemberî hev. Niha jî sîstema kapîtalîst modernîst li dijî temamiya civakê şer ragihandiye. Ji ber vê yekê jî hejmara artêşan hatiye kêmkirin, hêz hatiye mobîlîzekirin û şer bûye xwedî karakterekî asîmetrîk. Şer ne li gorî zêdehiya hejmarê, lê li gorî wesfê guherî ye. Şerê ku xwe dispêre teknolojiya bilind û îstîxbaratê bûye ya esasî. Rêbazên şerê taybet jî bi zêdehî tên bikaranîn û ji kuştina fîzîkî ya mirovan wêdetir, êriş li ser nirxên ku mirovan dike mirov tê kirin, bi vî rengî tên kuştin. Di şerê sedsala 21’ê de ku weke şerê nûjen tê pênasekirin, li gel aliyê xwe yê leşkerî, aliyê esasî operasyonên xapandinê ye.
Gerîlatî jî rêbaza şerê hêzên biçûk ên gel û bindestan li dijî hêzên ji aliyê hejmar û teknolojiyê ve zêdetire. Ev pênase hîn jî derbasdar e. Gel, jin û bindest di sedsala 21’ê de jî tenê bi rêbaza gerîla li dijî hêzên hegemon şer bikin wê bi ser bikevin. Bêguman divê karakterê vê serdemê jî li ber çavan bê girtin û di pîvan û rêbaza çalakiyê de guhertin, jinûve birêxistinkirin bê kirin. Pîvanên gerîlatiyê yên Mao hem di dema xwe de hem jî li derveyî dema xwe bû çavkaniya hêviyê ji bo gelan û gelek tevgerên gerîla xwe spart van pîvanan xwe bi rêxistin kirin. Tevgera me jî li gorî tecrûbeyên tevgerên gerîla yên li Vîetnam û Çînê sîstema xwe ya gerîla ava kir, rêbaza xwe ya çalakiyê û tevgerê diyar kir. Lê belê em di demeke welê de ne ya neyê guhertin ji holê tê rakirin û bi demê re têk diçe. Rêxistiniya gerîla rêxistiniyeke nerm û herikbar e. Di her kêliyê de dikare xwe li her şert û mercî bîne.

Me jî demeke dirêj jinûve avabûn xistin rojeva xwe. Pêwîstiya bi nûbûn û guhertinê ne tenê ji ber êrişên dijmin bû. Gerîlatiya me ya serdema nû ne gerîlatiyeke ku tenê li ser bingeha parastinê ye. Bi civîn, nîqaşên berfireh û perwerdeyên leşkerî, doktrîneke nû ya gerîlatiyê hate afirandin. Bêguman ev tenê bi nîqaşan re bi sînor nema, yan jî tenê di belgeyan de nema. Bi taybetî gerîlatiya modernîteya demokratîk di pratîka sala 2021’ê de hate ceribandin, aliyên xwe yên kêm mane hatin tespîtkirin û aliyên xwe yên xurt jî hatin kûrkirin. Em di wê baweriyê de ne, ev doktrîna şer ku weke gerîlatiya modernîteya demokratîk pênase dikin, wê ji bo gelan, jinan û ji bo hemû hêzên li dijî sîstemê bibe perspektîfa bingehîn. Di pratîka îsal de jî me bi rengekî şênber encamên xurt bi dest xistin. Bi taybetî bi perwerdeyên branş û pisporiyê, di gerîlatiyê de profesyonelbûn bi pêş ket. Rêbaza tîm hîn bi xurtî hate bicihanîn. Her wiha şerê tunelan ku di dîroka me ya şer de tiştekî nû ye, tevî ku amadekariyeke bi têrkerî nehatibû kirin û tecrûbeyeke me ya di vê rêbaza şer de tune bû jî dijmin bêçare hişt. Me ji pratîka gerîlatiya modernîteya demokratîk a sala 2021'ê encamên hînker wergirt. Li gorî encamên ku me ji pratîkê wergirtî, me dît ku sala 2022'an dikarin gerîlatiya serketinê ava bikin. Lewma em dikarin sala 2021'ê weke saleke ku hêviya serketinê ya gerîlatiya modernîteya demokratîk xurt bûye, binirxînin. Ya ku gerîlayên azadiyê bi ser xist ew bû ku xwe nû kir, ders ji kêmasî û şaşitiyên xwe derxist, li guhertinê vekirî bû û nekete nava dogmatîzmê. Bêguman ji ber sosyolojiya Kurd, destpêkê hin zehmetî, israra di meylên berê de çêbû. Encama van nêzîkatiyan ji bo me giran bû, ji ber ku me berdêl dan. Lê belê gerîla di projeya jinûve avabûnê de qanih bû û bi çavên xwe dît ku dijmin têk dibe. Bêguman ev serketin ne tenê bi rêbaza rêxistinî, çalakî û tevgerê bû. Li gel van hemûyan, ya ku gerîlayên me xurt dike sekna xwe ya îdeolojîk e, bi gotinekê mirov dikare bêje; Apogerî ye. Beriya her tiştî dilsoziya gerîla ya bi Rêbertî, şehîdan û hevrêyan re ye. Ya ku gerîla xurt dike dilsoziya xurt a bi nirxên mirovan re ye. Teknîkeke xurtir ji mirovên dilsozê îdeolojiyê nîne. PKK'ê ev bi ser xist.

Ev pêvajo bû serdemek ku di şerê gel ê şoreşgerî de gerîlatiya jinê ya azad hate pêşvebirin. Hûn destketiyên vê pêvajoyê çawa dinirxînin. Hûn sekna jinê çawa pênase dikin ku beriya niha weke 'xwedawendên serdemê' pênase kiribûn?

Gerîlayên YJA Starê xwedî mîrateyeke xurt a azadiyê û nirxên esîl ên hêja ne. Mirov vê yekê nikare ji têkoşîna azadiyê, ji ked, berdêl, êş, zor û zehmetiyên beriya niha di gerîlatiya jinê ya azad de rû dan, cuda binirxîne. Bi saya Sara, Bêrîtan, Zîlan û Semayan em gihîştin vê astê. Ew ji bo me çavkaniya jiyan û şer e. Lehengiyên jinê yên hatine afirandin, keda jinê bi rastî jî gelekî girîng e û bi wate ye. Fermandar û gerîlayên me yên jin bi berpirsyariya şerê stratejîk û dîrokî fermandariyê dikin. Bi rengekî afirîner, hilberîner, jêhatî û dînamîk tevlî bûn. Li gelek qadan hevrêyên jin berpirsyariya şer dan ser milê xwe û bi aqlê jinê çalakî plan kirin, bi hêza xwe çalakiyên afirîner pêk anîn. Gerîlayên me yên YJA Starê li Zagrosan, li quntarê çiyayê Cîlo, li ser serê Cûdî, li çiyayên Dersimê, li Tendurekê, Botanê, Amedê, Metînayê, Heftanînê, Xakurkê, Geverê, Garzanê û Mêrdînê çeper parastin; bi pratîka xwe nîşan dan ku bi xeta jiyana azad dilsoz in. Sala 2021'ê di heman demê de ji bo me di şerê gel ê şoreşgerî de bû saleke welê ku gerîlatiya jinê ya azad hîn bêhtir şênber bû, çalak bû û sîstema xwe ya jiyan û rêxistiniyê da rûniştandin.

Ev destketî bêguman bêberdêl nebûn. Hevrêyên me yên hêja di vî şerî de şehîd bûn. Keç û xortên herî bedew ên vî gelî di oxira dozê de canê xwe feda kirin. Di şerê me yê rûmetê û azadiyê de hevalên mîna Nûjîn Koçer, Nûjîn Êrs, Hîlal Goran, Diljîn Marya, Nûda Sason, Sozdar Qamişlo û Şîlan Goyî ku bi salan di nava şer de bûn, gerîla û fermandar bûn, fermandarî ji şerê gel ê şoreşgerî re dikirin şehîd bûn. Ev jinên leheng xwedawendên serdemê ne. Xwedawendên xweparastinê yên serdemê ne. Xwedawendî tê wateya afirînerî, çêkerî û birêveberiyê. Ji van taybetmendiyan bêhtir li gel van jinên Kurd ên leheng hebûn. Her wiha rastiyeke bi vî rengî ya şerê me jî heye; şer fermandariya xwe bi xwe diafirîne. Rêberê me beriya niha bi dehan salan tespîta avakeriya bêhempa ya şer kiribû. Mîna hevalên Adîfe, Kanîreş, Veroz Ovacik, Eylem Zewkan, Sozdar Kerboran, Delal Mûş gelek hevalên me yên ciwan ku salên dûr û dirêj di nava partiyê de nebûn, lê belê bi sekna xwe ya bi însiyatîf a li nava şer, bi kîn û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi derbên ku li dijmin xistin, zû bûn fermandar. Heta dawiyê baweriya xwe bi xeta azadiya jinê anîn ku îfadeya Rêbertî, şehîdan û hevrêtiyê ye. Van hevrêyan li dijî her cûre êrişên dijmin li ber xwe dan û pîvanên milîtaniya PKK û PAJK'ê bi xurtî nîşan dan. Li gel dilsoziya xurt a bi hevrêtiyê re, her wiha cidiyeta metirsiya konsepta tunekirinê ya li ser Rêbertî û Tevgerê hîs kirin, li dijî van êrişan xwe kirin mertal. Di çalakiya jinûve avakirina neteweyekê de ya li ser esasê azadiyê, tevlîbûna jinan bi nasname û îradeya xwe, serketina wê neteweyê ye. Di rastiya Kurdistanê de ev yek derkete holê. Bi pêşketina gerîlatiya jin a azad re projeya jinûve avabûnê bêhtir bi fikir û projeyan şênber bû. Ev yek aliyekî welê ye ku ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê weke pêşketineke gelekî girîng divê bê nirxandin.

Li gel pêşketinan her wiha hin alî hene ku li paş mane û divê ji holê bêne rakirin. Pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd ku yek ji pirsgirêkên herî zehmet ên dîrokê ye û pirsgirêka azadiya zayendê heye ku ji vê jî girantir e. Ji bo çanda hevjiyana azad a ku em dixwazin ava bikin, pêwîstî bi ked û têkoşîneke hertimî û kûrbûneke xurt heye. Em weke gerîlayên YJA Starê bi biryar in ku ji bo jinên cîhanê hemûyan bibin hêvî, di têkoşîna dijî sîstemê de bibin çavkaniya sûdwergirtinê û modela vê yekê ya rêxistinbûnê hem ava bikin hem jî belav bikin. Lê belê di asta têrker de me hîn qadên welê nekarî ava bikin ku jin ji tundiya mêr, dewlet, artêş û hevser bên parastin, alternatîfa têkoşîneke berfireh ji bo jinan biafirîne. Ji bo keda me ya gerîlatiya jinê ya azad hîn bêhtir encamgir be, xwe bigihîne jinan hemûyan û bibe çavkaniya hêvî û baweriyê, me nekarî bi têrkerî tevnên xwe yên xweparastinê belav bikin. Bêguman pêşketin û destketiyên mezin hene. Lê belê dema ku em li gorî armanca xwe ya esasî ya ji bo têkbirina sîstema faşîst dinirxîne, hingî dibînin ku têrker nîne.

Li ser çalakiyên vê salê û nirxên ku afirandiye, dikarin bîlançoyeke şênber parve bikin?

Me encam û cewhera bîlançoya salê ya YJA Starê ji xwe anîn ziman. Lê belê weke daneyên şênber mirov dikarin van bêjin:

* Îsal 114 hevalên jin şehîd bûn.
* 5 gerîlayên jin dîl hatin girtin.
* Hêzên me yên YJA Starê 116 çalakî li dar xistin.
* 25 çalakiyên sabotajê,
* 22 çalakiyên sekvaniyê,
* 24 çalakiyên bi çekên giran,
* 13 çalakiyên bi çekên taybet,
* 2 çalakiyên avêtina ser dijmin
* Çalakiyeke êrişê
* Çalakiyeke kemîndanînê
* Yên din jî çalakiyên bi termal, çekên nîv otomatîk û ferdî hatin kirin.
Di encama van çalakiyan de ev ziyan li dijmin hate kirin;
* 136 leşkerên dijmin hatin kuştin.
* Kontrayek û 2 cerdevan hatin cezakirin.
* 38 leşker birîndar bûn.
* 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin.
* Wesayiteke bi tîpa Amorog, wesayiteke bi tîpa Transît, wesayitek bi tîpa Reo, Qemyonek hatin îmhakirin.
* Derb li 5 helîkopterên êrişê hate xistin.
* Çekek A4, 17 çeper, stasyoneke bazê, mobesseyek, droneyek, kepçeyek hatin îmhakirin.

Hêzên YJA Starê ji bo jinan hem di asta Rojhilata Navîn hem jî di asta gerdûnî de gelek nirx afirandine. Ev rewş, perspektîfên têkoşîna azadiya jinê yên Kurdistanê hîn bêhtir girîng dike. Li ser bingeha têkoşîna jinê, ji bo sala nû banga we li jinan çi ye, peyama we çi ye?

Kêm maye em bikevin sala nû. Beriya her tiştî sala nû li Rêberê me, gelê me, gelan û jinan pîroz dikin. Ji bo girtiyên azadiyê yên li zindana sebrê dixwazin û dibêjin ku bila bawer bikin, em ê teqez wan ji nava wan dîwaran derxînin û sala nû li wan pîroz dikin. Bawerim ku sala nû wê ji bo gelan û jinan bibe sala azadiyê, bang li hêzên li dijî sîstemê têdikoşin dikim ku têkoşîna xwe hevpar bikin. Bêguman a ku salê nû dike, rêbaza me ya fikrî, nêrîna me ya li salê, wate û nirxên ku em didin salê ye. Têkildarî sala derbasbûyî li gel pirsgirêkên ku me çareser kirine, her wiha hin rastî hene ku me nekarî çareser bikin û ji sala 2022'an re hiştine. Rastiyeke ku ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin ku di sala 2021'ê de hêzên me bi rengekî mezin li ber xwe dan. Lê belê vê berxwedanê, metirsiya li ser Rêbertî û Tevgera me bi temamî beralî nekiriye.

Ji bo serketinê divê berxwedan tenê ji aliyekî ve neyê meşandin; li qadên siyasî, civakî, dîplomasî, çand û çapemeniyê jî şerê gel ê şoreşgerî rojeva yekane be. Şerê gel ê şoreşgerî ne şerekî welê ye ku tenê ji aliyê gerîla ve bê meşandin. Di nava salê de me nîqaşên li ser vê yekê gelekî kir û ji hin aliyan ve jî be hate çareserkirin. Beriya her tiştî ev êriş êrişên îdeolojîk e. Wê demê têkoşîna me ya li dijî vê yekê divê bi giranî bi îdeolojîk û rêbazên dewlemend be. Em ne di pêvajoyeke welê de ne ku ji rêzê nêzîk bibin. Ji ber vê yekê bi hêz, baweriya ji destketiyên têkoşîna me divê em bi îdîa dest bi saleke nû bikin.

Beriya her tiştî rewşa Rêberê me hînê cidî ye. Di çarçorveya azadiya Rêberê me de pêkanîna çalakiyan wezîfeya sereke ya pêvajoyê ye. Di vê mijarê de ne tenê gelê Kurd an jî jinên Kurd, divê gelên Tirkiyeyî, gel û jinên cîhanê tevlî têkoşînê bibin. Divê polîtîkayên dejenerekirinê yên desthilatdariyê bi xurtî werin teşhîrkirin. Bi taybetî rêxistiniyên me yên bingehîn xwe li dora rojevên sereke bi rêxistin bikin, çalakiyan bikin. Şer, bêkarî, xizanî, fûhûş, sîxurkirin, polîtîkayên narkotîkê di dem û cih de teşhîr bikin û nêzîkatiyên alternatîf bi lezgînî pêk bînin. Divê em teqez destûrê nedin van polîtîkayan ên ku înkar û bênasnametiyê kûr dike û hewl dide nirxên me parçe bike, qirêj bike. Li gel vê yekê li dijî polîtîkayên faşîzmê divê ewlehiya gelê me û jinên me teqez bê misogerkirin. Di vê mijarê de hişyariyên cidî yên Rêberê me hene. Lewma gelekî girîng e ku li gel afirandina hişmendiya xweparastinê, amûrên vê yekê jî bên avakirin û birêxistinkirin. Jin û gel divê li her qada jiyanê bêne birêxistinkirin. Divê wezîfeyên me yên sala 2021'ê nîvco man bêne temamkirin û em berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di serî de faşîzma AKP-MHP'ê divê em hêzên mêtinger faşîst hemûyan bi rengekî dîrokî têk bibin.
Em bi biryardariya têkbirina dijmin li Kurdistanê dest bi sala 2022'an dikin. Em di wê baweriyê de ne ku serketin wê ya gerîlayên azadiyê, jin û gelên berxwedêr be.