Çetîn a hate êşkencekirin girtin

Endama Desteya Rêveber a Xwecihî ya Demokratîk a (HDP) Sevîl Rojbîn Çetîn a bi êşkenceya polîsên Tirk a bi kûçikan bû rojev, piştî destgîrkirina 11 rojan û şûnde hate gortin.

Sevîl Rojbîn Çetîn 26’ê Hezîranê di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve li mala xwe di avêtina ser malê ya polîsan de hatibû destgîrkirin.

Polîsan dema li malê lêgerîn dikirin bi kûçik û fîzîkî êşkence li Çetîn kiribû.

Di roja destgîrkirinê ya 11’an de Endama Desteya Rêveber a Xwecihî ya Demokratîk a (HDP) û Tevgera jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Nobedar kirin.

Dadgehê Çetîn bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ girt.