Çalakvanên jin: Pêwîste welatî bên perwerdekirin

Bi boneya 61’mîn salroja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê çalakvanên jin diyardikin ku li cîhanê şîdeta li ser jinê zêde dibe.

Têkildarê zêdebûna rêjeya şîdeta li ser jinan di asta cîhanî de, Berpirsa Ofîsa Kerkûkê ya Rêxistina Hîwa ya Iraqê (Emel Iraqî) Sirûd Ehmed ji ANF’ê re axivî û got, “Eger em bi giştî behsa şîdeta li ser jinê bikin emê bibînin ku di asta cîhanê de şîdet her ku diçe bi taybetî di van salên dawî de zêdetir dibe. Ji ber belavbûna pandemiya koronayê û ferzkirina qerentîneyê li ser xelkê û mayina wan li malê ji bo demekî dirêj kir ku rêjeya şîdeta nava malê li seranserê cîhanê zêde bibe. Bi taybetî piraniya dozên şîdeta nava malê hene ku hê nehatine tomarkirin. Niha ji ber şewbê navendên taybet ji bo dozên wiha, bi hemû hêza xwe naxebitin, ji ber ku niviya karmendan niha kar nakin. Wê jî kiriye ku rêjeya dozên korona zêde bibin û piraniya wan dozan jî derbarê şîdeta ku di nava malê li dijî jinan tê bikar anîn e.”

“BÛYE SEDEM KU DI NAVA CIWANAN DE ŞÎDETA DÎJÎTALÎ ZÊDE BIBE”

Sirûd Ehmed îşaret bi şîdeta ji ber amûrên dîjîtal yên bi şewbê re zêde tê bikaranîn jî kir û wiha berdewam kir, “JI niha ve hemû keç û xort ji dibistanê qutbûne û xwendin jî bûne onlîne. Ciwan ji ku xwedî amûrên pêywendiyê ne bûye sedem ku di nava ciwanan de şîdeta dîjîtalî zêde bibe”

“PÊWÎSTE WELATÎ BÊN PERWERDEKIRIN”

Çalakvana jin Sirûd Ehmed di dewama nêrînên xwe de bal kişande ser çareseriyên pirsgirêka jin û rêjeya şîdetê ya li herêmên Iraqê û got, “Dezgehên pêywendîdar ên Herêmên Kudistanê li gorî navçeyên din ên Iraqê zêdetit girîngiyê didin mafê jinan, lê pêwîste ji bo qelandina koka şîdetê çareserî di nava malbatan de destpêbike. Ji ber ku piraniya şîdetên li dijî jinan di nava malê de diqewime ku dema zilam aciz be û biçe mala xwe, acizbûna xwe bi serê jinê de derdixîne. Pêwîste welatî bên perwerdekirin li ser çareserkirina pirsgirêkên nava malê ku pirsgirêkên ji derve derbasê nava malê nebe.”

Sirûd Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi rêjeya şîdetê li seranserê Iraqê kir û got ku li Herêma Kurdistanê û navçeyên bi nakok rêjeya şîdetê li gorî navçeyên din ên Iraqê kêmtir e û wiha sedemên wê hejmart: “Nebûna ewlehiya pêwîst, nebûna aramiyê, lewaziya bazar û zêdebûna xelkê ne nas li bajaran yên ji ber ewarebûne ku bûne sedemê zêdebûna şîdeta li dijî jinan.”

PÊWÎSTE KOTA YA BEŞKIRINA RAYEYAN JINAN JÎ BIGRE NAVA XWE

Di dawiyê de Sirûd bal kişande ser rêjeya jinan ya di nava dezgeh û saziyan û bandora wê li ser şîdeta li ser jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Niha astengiyeke pir mezin di çareserkirina pirsgirêka jin de heye, ev jî nebûna efserên jin di saziyên ewlekarî û yên têkildar bi pirsgirêkên jinan e. Pêwîste zext li hikumetê bê kirin ku rêjeya jinan ya di wan saziyan de zêdetir bibe. Wek mînak gelek jinên kêrhatî hene ku dikarin bibin berpirsiyarê dezgehên wek perwerde, tendirustî û gelek saziyên din. Niha beşkirina rayeyan di navbera partî û neteweyan de heye, pêwîste kota jinan jî bigre nava xwe. Di destûra Iraqê de kota ya jinan heye, lê tenê ji bo parlementoyê ew kota tê karanîn. Em dixwazin ku di dezgehên hikumetê de jî kota ya jinan jî kota hebe.”

Şêwirmenda Civakî Dunya Enweredîn derbarê zêdebûna şîdeta li ser jinan ji ANF’ê re axivî û got, “Li hemû welatên pêşketî em dibînin ku rêjeya şîdeta li ser jinan ber bi kêmbûnê ve diçe û heya astekê wekheviyek çêbûye, lê li welatê me her roja ku derbas dibe şîdeta li ser jinan ber bi zêdebûnê ve diçe. Sedemê wê jî vedigere rewşa welat ku herî dawî jî rewşa ji ber şewba koronayê bû ku kir zilam zêdetir li malê bin û zext û pirsgirêkên xwe bi rêya pêkanîna şîdeta li ser hevjînê xwe bînin ziman. Wê rewşê rêjeya şîdeta li ser jinê di tevahiya cîhanê de zêde kir. Heya niha jî xelkê nekaiye vegerin rewşa beriya pandemiyê.”

JI BER SERWERBÛNA KEVNEŞOPIYA CIVAKÎ JIN NIKARIN AZAD BIN

Di derbarê bandora aliyê paşverû yê kevneşopiya civakî li ser çareserkirina pirsgirêka jinan Dunya Enweredîn diyarkir, “Li welatê me kovneşopiya civakî li ser civakê pir serwer e ku bûye sedem ku hişiyarkirina civakê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan neyê pejirandin. Heya niha di vî civakî de ji ber serwerbûna kevneşopiya civakî dayina azadiya giştî ji jinê re pêknehatiye.”

ŞÎDETA Lİ SER JİNAN NE TENÊ LÊDAN E, CÛREYÊN WÊ PİRİN

Şêwirmenda jin Dunya di dawiyê de jî behsa çawatiya pêşîlêgirtina zêdebûna şîdeta ser jinê kir û got, “Em wek şêwirmendên civakî me hewldaye ku bi rêya pêşkêşkirina semîneran jinan hişyar bikin da ku mafên xwe bizanin û bizanin bê ka çend cûre şîdet li ser jinê heye. Her wiha bizanin ku şîdeta li ser jinê ne tenê lêdan e. Dema jin mafê xwe dizanin û nas dikin, bandoreke rasterast li ser kêmkirina rêjeya şîdeta li ser jinê çêdike.”