8'ê Adarê li Tebqayê hate pîrozkirin

Li bajarê Tebqayê ku par ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, jinan cara yekemîn 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Jinên Tebqayê destek dan Berxwedana Serdemê.

Jinên li Tebqayê cara yekê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Bi vê armancê jin li ber Navenda Jinên Tebqayê li hev civiyan û bi pankart û qîrîna dirûşman meşiyan. Jinan posterên mezin ên şoreşgerên jin, wêneyên zarokên li Efrînê hatin kuştin vekirin.

Piştî meşa ji saetekê jin gihîştin Navenda Çandê û li vê derê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz girtin. Rêvebera Meclîsa Jinan Sûad El Reşîd, endama Komîteya Malbatên Şehîdan Ibtîsam Ibrahîm û rêvebera Komîteya Jinan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê Cuheyna Miso axivîn û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.