BI DÎMEN

8'ê Adarê li Saratovê hat pîrozkirin

Jinên Kurd ên li bajarê Saratov ê Rûsyayê dijîn, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Çalakî ji aliyê Komîteya Jinên Kurd a Saratovê ve hat organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Çalakî li Mala Çanda Kurd pêk hat û piştî nîşandana sînevîzyonek li ser têkoşîna jinên Kurd, endama KJK'ê Gulan Roj axivî.

Roj got, "Kurd di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji nû ve afirîn. Jinên Kurd, bi têkoşîna xwe bûn çavkaniya îlhamê ji tevahiya jinên li gelemperiya cîhanê re. Bûyerên li welatê me diqewimin dibin sedem ku em hê xurtir bibin. Li Rojhilata Navîn, ku siyaseta cîhanê lê diyar dibe, jinên Kurd dixwazin xwe bi vîna xwe bi rê ve bibin."

Roj destnîşan kir, tevgerên mîna PDK û AKP'ê yên dijminatiyê li jinan dikin, ji vîna jinên Kurd ditirsin û got, "Hişmendiya azadiyê ku jinên Şengalî di nava sê salan de bi dest xistin, bûye tirsa dilê hêzên înkarker û paşverû. Jin çiqasî xwedî li vîna xwe derkevin wê ewqasî azad bibin. Civak jî bi qasî azadiya jinê, azad dibe."

Çalakî piştî axaftinan bi stran û govendê dewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.