8'ê Adarê li Rûsya û Kanadayê hate pîrozkirin

8'ê Adarê li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Tambov ê Rûsyayê hate pîrozkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Komuna Jinên Azd a Sara bi sê çalakiyan 8'ê Adarê pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de Sûna Alan û hunermenda herêmî Gokçe derketin ser dikê. Her wiha koma şano ya jinan a bi pêşengiya Leyla Batkî berhemên xwe pêşkeş kir.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî peyamek ji pîrozbahiyê re şand.

Di pîrozbahiyê de kincên herêmî yên Kurdistanê jî hatin nîşandan.

Her wiha meşa IWD'ê pêk hat ku Komuna Jinên Azad a Sara jî di nava komîteya amadekar de hebû. Jin li kolanên Torontoyê meşiyan.

Li bajarê her wiha resepsiyonek hate lidarxistin û sînevîzyon hate nîşandan, dans û muzîk hatin pêşandan.

TAMBOV

Jinên Kurd ên li navçeya Mîçûrînskê ya bajarê Tambovê yê Rûsyayê ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hev kom bûn.

Di destpêka pîrozbahiyê de endama Tevgera Jinê Fatma Arîn axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ji bo jinên Kurd.

Fatma Arîn diyar kir ku jinên Kurd bi saya îdeolojiya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurt kirine û xwedî li hebûna xwe derketine.

Arîn destnîşan kir, jinên Kurd bi rêbertiya Ocalan pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re dikin û têkoşin.

Di pîrozbahiyê de hunermend Bêrîvan Colemêrgê, Delîl Lezgîev û Nûredîn Xadjiyev, Mamed Ûsenov, koma zarokan "Şehîd Barîn" derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.