5’mîn Kongreya Yekîtiya Star didome
5’mîn Kongreya Yekîtiya Star didome
5’mîn Kongreya Yekîtiya Star didome
Kongreya 5’emîn a Rêxistina jinê ya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star, di roja duwemîn de didome.
Kongreya 5’emîn ya Yekîtiya Star ku duh li Navenda Çand û Huberê ya Bajaroka Rimêlan bi beşdariya 350 delegeyên ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û Libnanê, her wiha nûnerên gelek saziyên jinan destpê kiribû, di roja duwemîn de didome.
Di runiştina duh a kongreyê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên di derbarê jinê de hate xwendin. Piştre li ser pêvajoya şoreşa Sûriyeyê nirxandin hatin kirin û hate gotin ku, ev pêvajo veguheriye şerê desthilatdariyê, lê li Rojavayê Kurdistanê di encama siyasetek rast de aramiyek serwer bûye. Di nirxandinan de her wiha li ser rola jinê ya di şoreşê de jî hate rawestîn û bal hat kişandin ku, têkoşîna jinê gihiştiye asteke bilind. Di axaftinan de li ser pêkutiyên li dijî jinê jî hate sekinîn û hate destnîşankirin ku, ji bo derbazkirina vê siyasetê divê jin xwe birêxistin bikin.
Di kongreyê de rewşa rêxistinî ya Yekîtiya Star jî hate nirxandin û li ser pirsgirêkên ku derdikevin hate rawestîn. Di nirxandinan de hate diyarkirin ku, divê jin meclîs û saziyên xwe, her wiha akademiyan ava bike da ku di nava civakê de cihê xwe yê pêwîst bigire.
Kongre dê îro bi niqaş û plansaziya dema pêş bidawî bibe.