'4’ê Nîsanê roja azadiya jinan e'
'4’ê Nîsanê roja azadiya jinan e'
'4’ê Nîsanê roja azadiya jinan e'
Endama Koordînasyona YJA’yê Dîlan Nûrhak ji bo tevlîbûna meşa Amarayê ku dê 4’ê Nîsanê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Nûrhaq diyar kir ku xwedîderketina li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di Newrozê de hate kirin, dê bi tevlîbûneke xurt a ji bo Meşa Amarayê pêk bê.
Nûrhak ku ji ANF’ê re axivî, da zanîn ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd, jina Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji nû ve jidayikbûneke û wiha domand: “Tê wateya vejîneke nû. Ez bi taybet ji bo jinan weke pêngava yekemîn a ji bo azadiya jinan dibînim.Beriya çêbûna Rêbertiyê navek ê gelê Kurd tune bû, li ser wan zext û zilmek dijwar hebû. Bi çêbûna rêbertiyê re gelê Kurd ji nû ve ji dayik bû û şahidiyê ji vejîneke nû re kir.”
Dîlan Nûrhaq da znaîn ku gelê Kurd ji ber vê jî heta dawiyê dilsoziya xwe ya bi Ocalan re nîşan dide û got: “Ji ber ku rêbertiyê re hebûna xwe bi dest xist. Bi rêbertiyê re rastiya xwe tê gihişt. Rêber Apo bi me jinan gelek tiştan daye qezençkirin. Me xwe bi Rêber Apo re nas kir. Rêber Apo em ji nû ve afirandin” û wiha domand: “4’ê Nîsanê ji bo me jinan roja azadbûnê ye, em bi vî awayî wateyê didin vê rojê.”
Nûrhaq da zanîn ku Ocalan ne tenê azadiya jinên Kurd, belê azadiya gel û mirovan esas digire û got: “Ji ber vê jî rêbertiya me bi li ser vî esasî bîrdozî û felsefeya xwe belav dike û pêş dixe.
Divê em weke gel zêdetir bi awayeke xurtir wateyê bidin vê rojê. Gelê Kurd di vê wateyê de li Rberêtiya xwe xwedî derdikeve. Divê em 4’ê Nîsanê bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin.”
Endama Koordînasyona YJA’yê Dîlan Nûrhaq binê wê yekê xet kir ku peyama Ocalan a di Newroêzde peyameke dîrokî ye û got: “Em jin vê bangê bi awayeke xurt pêşwazî dikin. Ez dixwazim bêjim ku em ê heta dawiyê vê bangê pêş bînin.”
Nûrhaq bi bîr xist ku ji şerê ku bi salane didome herî zêde jin dibin mexdûr û got: “Helbet dê herî zêde jin xwedî li vê bangê derbikevin. Herî zêde jin dê pêşengiya pêvajoya çareseriyê bikin, xizmetê bikin û pêşengiya wê bikin. Ev rastiyek e. Pêvajoyeke ku jin di nav de nebe, ew nabe aşitiyeke mayinde.”
Nûrhaq diyar kir ku divê jin pêşengiya meşa Amarayê bikin û got: “Divê ji 7 heta 70 salî her kes tevlî vê meşê bibe û bi awayeke herî xurt dilsoziya xwe ya bi rêbertiya me re nîşan bidin. Ev yek girîng e. Divê bi ruhê 4’ê Nîsanê em bikevin 4’ê nîsanê. Li ser esasê vê bangê, divê em li vir jî daxwazên xwe bînin ziman. Rêbertiya me dest bi vê pêvajoyê kir. Ev pêvajo di encama keda bi salan a rêbertiya me, gelê me û me jinan de pêş ket. Em ne bi hêsanî gihiştine vê pêvajoyê.
Nûrhaq destnîşan kir ku divê ev banga Ocalan herî zêde ji aliyê jinan ve bê pratîzekirin û got: “Ji bo ev pêvajo bikare bi ser bikeve, divê jin bi hemû hêza dil û mejiyê xwe ve tevlî pêvajoyê bike.” Nûrhaq diyar kir ku srekeftina vê pêvajoyê bi rêxistinbûna jina çalakiyên demokratîk û li her derê bilindkirina dengê xwe ve girêdaye û got: “Temînata vê pêvajoyê jin in.”
Nûrhaq bi bîr xist ku 11’ê Nîsanê jî roja wefata dayika Ocalan Uweyş e û got: “Ez bi vê boneyê Dayika Uweyş bi rêzdarî bi bîr tînim.”
Nûrhaq bang li hemû jin, zarok, ciwan, pîr û kalan kir ku sibê tevlî meşa Amarayê bibin û got: “Ev peywireke dîrokî ye. Di rojeke wiha dîrokî de, xwedîderketina li Rêber Apo ji bo me rûmet e. Ev keyfxweşiyeke. Ji ber wê jî divê her kes roja 4’ê Nîsanê bi Rêber Apo re li Amarayê be.”
Dîlan Nûrhaq bal kişand ser girîngiya bi awayeke xurt xwedîderketina li banga Ocalan a di Newrozê de û got: “Ji bo azadkirian Rêber Apo, ji bo xwedîketina li keda Rêber Apo, divê her kes tevlî meşa Amarayê bibe û tişta dikeve ser milê wan divê bikin.”