27 jin di meha Hezîranê de hatin qetilkirin

KCDP’ê da xuyakirin ku di meha Hezîranê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 27 jin hatin qetilkirin.

Platforma Em ê Nehêlin ku Jinê Bêne Kuştin (KCDP), rapora xwe ya meha Hezîranê aşkere kir. Di raporê de, hat dest nîşan kirin di nava mehekê de 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. 

KCDP’ê, da zanîn ku her roj jin têne kuştin û îstîsmara zarokan zêdetir dibe.
 
KCDP’ê di rapora xwe de bal kişand ser rengê kuştinên jinan û wiha got: “Ji 27 jinên ku hatin kuştine, sedema kuştina 11 jinan nehate tespîtkirin, 2 jê ji ber hincetên aborî, 14 jê bi sedema ku xwestin derbarê jiyana xwe de biryar bidin hatin kuştin.” 
 
KCDP’ê di dawiya rapora xwe de, xwest ku sedemên kuştinên jinan û bersûcên wan bên tespîtkirin û cezayên giran li wan bên birîn.