Li Edene û Mêrsînê buroyên hilbijatinê bicoş hatin vekirin

Vekirina buroyên hilbijartinê yên li navçeyên Seyhan û Akdenîzê veguherî mîtîngan û peyama "Em ê bi ser bikevin, em ê şeva 31'ê Adarê li vir govendê bigerînin” hat dayîn.

Vekirina buroya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Edeneyê ya li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê veguherî mîtîngê. Qada vekirinê ya ku ji 7 heta 70 salî bi sedan kes lê amade bûn bi alên partiyê hat xemilandin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin û navçeya Edeneyê beşdarî vekirina buroyê bûn.

Girse beriya vekirina buroyê bi deqeyan li ber deriyê buroyê rawestiya. Namzeta Hevşaredariyê yê Seyhanê Sever Uzun di vekirinê de axivî û got, “Em ji niha de bi ser ketine. Divê hemû Edeneyî bizane ku em bi ser ketin. Me Seyhan bi dest xist hevalno. Em ê bi gelê xwe re demokrasiya xwecihî ava bikin. Her kes divê vê yekê zanibin. Em ê destûrê nedin vê zîhniyeta rantxur û talanê. Em ê di 1'ê Nîsanê de bersiva dizan bidin."

'EM Ê BI SER BIKEVIN'

Namzetê Hevşaredariyê yê Seyhanê Mehmet Karakiş bang li gel kir ku piştgiriyê bidin partiya xwe û got, "Her kes dijberê me ye. Em ê li dijî her kesî têbikoşin. Dê 3 pusûleyên me hebin, yek ji wan dê ji endamên meclisa şaredariya Seyhanê ya DEM Partîyê re bê dayîn. Em mohra xwe ji bo Hevşaredariya Seyhanê li DEM Partiyê bixin. Em ê bi ser bikevin."

'TÊKOŞÎNA ME DÊ BI WE DEWAM BIKE'

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku bi têkoşîna gelan Abdullah Ocalan wê azad bibe û hemû gel wê azad bijîn. Arîfe Çinar xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu yê di sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin bi bîr anî û siyasetmedar Gultan Kişanak û hemû jinên dîl ên dîl hatin girtin silav kir. Çinar got, "Em ê bi we re têkoşîna demokrasiyê bidomînin."

'EM 1'Ê NÎSANÊ ŞAREDARIYAN RADESTÎ GEL BIKIN’

Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Edeneyê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku çav û guhê her kesî li DEM Partiyê ye û wiha axivî: "Hûn hemû dizanin ku em ê bi ser bikevin. Em di 1'ê Nîsanê de Seyhanê radestî rêveberiya gel bikin. Em ji bo serketinê hatin. Em behsa xewnê nakin, di hilbijartinên berê de me li Seyhanê 95 hezar deng girtibû. Em ê êvara 31'ê Adarê Şaredariya Seyhanê radestî gelê Seyhanê bikin, em ê wê ji destê vê rantxur û ev pergala derewker rizgar bikin. Werin em bi xwe bawer tevbigerin.”
Piştî axaftinan buro bi tilîlî û meşaleyan hat vekirin.

MÊRSÎN

Rêxistina DEM Partî ya Mêrsînê li taxa Gundogdu ya navçeya Akdenîzê 2 buroyên hilbijartinê vekirin. Vekirina ku gelê Gundogduyê lê amade bû bi gerandina govendê destpê kir. Di vekirinê de timî dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Beriya vekirina buroyê ya yekemîn, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Hevserokên DEM Partiyê yê Mêrsînê Bedriye Kuş û Reşat Aşan, namzetên Hevşaredariya Akdenîzê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildizgel silav kirin

'EM Ê ŞAREDARÎ TÊXIN XIZMETA GELÊ XWE'

Bedrîye Kuş ev tişt anî ziman: “Em bawer dikin ku hûn ê di 31’ê Adarê de bi DEM Partî re aştî, demokrasî û wekheviya gelan ji sindoqan bînin. Em ê di 31’ê Adarê de AKP’ê di sindoqan de binax bikin. Em ê di 1'ê Nîsanê de we hemûyan vexwînin Şaredariya Akdenîzê û bi DEM Partiyê re çayê vexwin." Nuriye Arslan ku piştre mafê axaftinê girt got, “Em ê di 31’ê Adarê de şaredariyê têxin xizmeta we. Em ê rengê şaredariya xwe bikin rengê ciwan û jinan. DEM DEM’a Akdenîzê ye.

Hoşyar Sariyildiz ê ku herî dawî mafê axaftinê girt, diyar kir ku Şaredariya Akdenîzê dê di 31'ê Adarê de ji gel re diyarî bike û got, "Piştî 1'ê Nîsanê yekem tiştê ku em ê bikin wê eşkerekirina gendeliyê be. 3 serdeman şaredariya me hebû. Me bi dehan xizmet û bi hezaran xebat meşandin. Em ê hesabê vê li ser sindoqan bipirsin. Akdenîz bajarekî xweş e ku Kurd, Tirk, Ereb, Elewî û Xiristiyan bi  hev re lê dijîn. Em ê bi xizmeta wekhev ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em ê gelê xwe yê kedkar biparêzin. Em ê şaredariyê têxin xizmeta gelê xwe yê kedkar.”

Piştî axaftinan yekemîn buroya hilbijartinê hat vekirin. Piştre ji bo vekirina buroya hilbijartinê ya li ser Pira Sîteler meş hat lidarxistin. Di meşê de bênavber dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Akdenîz a me ye û wê ya me be" hatin berzkirin. Piştî meşa girseyî duyemîn buroya hilbijartinê hat vekirin û çalakiyên îro bi dawî bûn.