Namzetên DEM Partiyê li Rihayê bi eleqeyek mezin hatin pêşwazîkirin

Namzetên Hevşaredariyê yên Rihayê yên DEM Partiyê rastî eleqeyeke zêde ya gel hatin.

Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê li Riha û navçeyên wê berdewam kirin.
Yekemîn buroya DEM Partiyê ya li navçeya Xelfetî li gundê Gogan hat vekirin. Parlemanterê Rihayê Omer Ocalan, namzetên Hevşaredariyê yên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram û gelek kes beşdar bûn. 
Namzetên hevşaredariyê gel silav kirin û peyama, "Em ê şaredariya xwe bistînin û bi gel re bi rê ve bibin" dan.
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vekirin.
Namzetê Hevşaredariya Rihayê yê DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen û Hevşaredariya Karakopruyê Ridvan Yavuz jî esnafên ku ji bo protestokirina qutbûna ceyranê rê li trafîqê girtibûn ziyaret kirin.
Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin Celalettîn Erkmen û Gulşen Ozer, namzetên Hevşaredariyê yên Karakopruyê Rezan Ayhan û Rıdvan Yavuz beşdarî vekirinê bûn.
Namzetê Hevşaredariyê yên Eyyûbiyê yê DEM Partiyê Halîl Akbaş li Taxa TOKÎ'yê mal, sûk û esnafan ziyaret kir.
Namzetê Hevşaredaiya Bêrecûkê Mehmet Begît bi gelê ku li bejahiya taxa Girlavik dijîn hat cem hev.
Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran jî li taxên navçeyê xebatên hilbijartinê li dar xistin. Namzetên hevşaredariyê çûn serdana taxên Measer, Etmanek, Mema û Herbesîsê yên li ser xeta sînorê Kobanê û bala raya giştî kişandin.
Dîsa namzetê Hevşaredarê Haliliye Suphi Yilanci esnafên navçeyê, Namzetê Hevşaredariyê yê Hewagê Îsmaîl Yildiz jî şêniyên taxa Birisê ziyaret kir.
Li bajarê Serêkaniyê jinên DEM Partiyî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn taxên Humera Jorîn û Hello Bello û bi jinan re hevdîtin kirin.