Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Partiya Çepên Kesk li Wanê pûsûla da nasandin

Partiya Çepên Kesk li Wanê li ser rê û rêbazên bikaranîna pûsûlaya dengan daxuyanî da.

Endamên Partiya Çepên Kesk Dilgeş Azat û Multezî Kaynak li ser rê û rêbazên bikaranîna pûsûlaya dengan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di 14'ê Gulanê de em hilbijartinê dikin. Ev hilbijartin ji bo me gelekî girîng e. Di vê hilbijartina girîng de em dixwazin agahiyê bidin gelê xwe ku pûsûlaya dengan çawa bi kar bîne, mohrê çawa lê bixe, çawa bipêçe û çawa bixe nava zerfê. Destpêkê di pûsûlaya dengan de em cihê Partiya Çepên Kesk nîşan dide. Ji bo partiya me pûsûlayeke mînak heye. Partiya me Partiya Çepên Kesk e, di pûsûlayê de yekane partî ye ku sembola xwe dar e. Em dibêjin hûn ê mohra xwe li binê sembola darê bixin. Mohra 'erê' li binê sembola darê bixin. Piştre jî pûsûlaya xwe bipêçin û bila sembola darê li ser be. Ji ber ku dema mohr hate lêxistin divê hibir bi ser cihekî din ve neherike û dengê me belasebep nebe. Em amblema Partiya Çepên Kesk li ser dihêlin û pûsûlaya xwe dipêçin û datînin aliyekî. Piştre jî pûsûlaya Serokkomariyê heye. Di vê pûsûlayê de jî em mohra 'erê' li binê navê Kemal Kiliçdaroglû dixin. Wê pûsûlayê jî bi heman rengî dipêçin. Datînin kêleka pûsûlaya din. Piştre jî radihêjin zerfa xwe û herdu pûsûlayê xwe dixin hundir, piştre jî zerfê digirin. Di dawî de jî dixin sindoqa dengdanê."