Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Wanê sekin bi Partiya Çepên Kesk nakeve

Partiya Çepên Kesk li Wanê, ji bo hilbijartinan li gund û navçeyan digere.

Partiya Çepên Kesk, HDP û DBP yên Wanê, bêyî sekin ji bo hilbijartinan dixebitin.

Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, gund bi gund, tax bi tax, kuçe bi kuçe, mal bi mal digerin. Li çi cihê ku biçin xelk kêfa xwe gelek ji wan re tîne.

Namzed li navçeya Payîzava bi dikandaran re hatin ba hev. Dikandaran got ku ew ê nehêlin nanê wan ji destê wan bê girtin.

Namzedên Partiya Çepên Kesk ku li taxa Rêya Hevrîşim jî bi dikandaran re hatin ba hev û diyar kir ku bi polîtîkayên şaş çandinî û sewalvaniyê, çandinî û sewalvanî nemane.

Bi tevlêbûna hevserokên bajêr, namzed çûn serdana bazara sewalan a Erdîşê jî. Namzedan guhdarî li xwediyên sewalan kir û wiha bang kir: ‘’Ji bo anîna dawiyê li van pirsgirêkan, hilbijartinên 14’ê Gulanê fersend in. 13’ê Gulanê em li heviya we hemûyan e ku hûn tev li mîtînga me ya dawîn bibin.’’