Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Êlihê faşîzma Erdogan: Bajar hemû bi bendan hat girtin

Ji bo mîtînga Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Êlihê, bajar hemû bi wesayîtên zirxî û bendan hat girtin.

Beriya mitînga serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, bajarê Êlihê hate dorpêçkirin. Hemû cade û kolanên bajar bi wesayîtên zirxî û bendan hatin girtin. Di ketina her kolanekê de bi dehan polîs hatin bicihkirin. Serokatiya AKP’ê ya Êlihê jî li hemû saziyên fermî û gelek avahiyên li ser rêya ku dê Erdogan derbas bibe wêneyên wî daliqandin.

Ji bo ku mitînga Erdogan qelebalix derbas bibe, bi rojaye hemû saziyên fermî di nava seferberiyê de ne. Hat zanîn ku li memûran hatiye ferzkirin ku tevlî mitîngê bibin û cerdevanên li gundên Êlihê jî di saetên serê sibehê de bi otosûsan anîn navenda bajar. Di heman demê de bi sedan otobûsên li herêma Balafirgeha Êlihê bal kişandin. Hat zanîn ku bi hezaran kesên ji bajarên cuda bi van otobûsan veguhestine Êlihê. 

Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de jî rê û peyarêyên xerab ên li ser rêya Balafirgeha Êlihê çêkir û li sporvanên şaredariyê jî hate ferzkirin ku cilên sivîlan li xwe bikin û tevlî mitîngê bibin. 

Ji ber dorpêça li ser bajar, trafîka bajar serûbin bû.