Zîlan û Engîn hatin bîranîn

Li Wuppertala Elmanyayê û Evry a banliyoya Fransayê Şehîd Zîlan û endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hatin bibîranîn.

ZÎLAN LI WUPPRETALÊ HATE BÎRANÎN

Li bajarê Wuppertal a Elmanyayê Zeynep Kinacî ya ku 30’ê Hezîranê 1996’an li Dêrsîmê çalakiya fedayî kirî hate bibîranîn.

Di çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyan ve hatî organîzekirin de, şehîdên meha Hezîranê hatin bîranîn.

Piştî axaftina di çalakiyê de ji aliyê aktîvîstên jinên Kurd ve hatî kirin, nameyên Şehîd Zîlan xwendin.

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

EVRY

Li Evry a banliyoya Parîs a paytexta Fransayê, di kesayeta endamê Komîteya Navendiya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) de, Brûsk Dersim, Amed Brûsk, Amed Hîvda Avareş û gerîlayên di dîrokên cuda de şehîd ketîn bîranîn.

Bîranîna bi deqeyek rêzgirtin destpêkirî de, siyasetmedarê Kurd Mehmet Emîn Adiyaman axivî.

Bîranîna bi temaşekirina sînevîzyonê berdewam kirî, bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.