Zîlan li Erîvanê hate bîranîn

Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 26’emîn a çalakiya xwe ya canbexşane de li paytexta Ermenistan Erîvanê hate bîranîn.

Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 26’emîn a çalakiya xwe ya canbexşane de li paytexta Ermenistan Erîvanê hate bîranîn. Bîranîn li Mala Gel ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad ve hate organîzekirin. Li eywana bîranînê wêneyê Zîlan, şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate danîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di bîranînê de li ser navê saziyên jinan Seyrana Celad û Janya Qadir axivîn. Di axaftinên hatin kirin de ev tişt hate gotin: “Di şexsê Şehîd Zîlan de em hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin. Em ê timî di rêya şehîdan de bimeşin. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe bersivek mezin da dijmin û çavên me jinan vekir. Îro li ser rêya hevrê Zîlan bi sedan jinên Kurd di nava têkoşîna azadiyê de têdikoşe. Ev têkoşîn li seranserî cîhanê bûye mînak.“

Jinan di axaftinan de anîn ziman ku ew ê timî li ser rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bimeşin û têkoşînê bilind bikin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.