Yûsif Îba 8’ê Adarê pîroz kir

Kurdistaniyê bi navê Yûsif Îba yê ev 55 roj in li bajarê Toronto ya Kanadayê di grevê de ye, bi peyamekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê pîroz kir.

Kurdistaniyê bi navê Yûsif Îba ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Toronto yê Kanadayê ev 55 roj in di grevê de ye bi peyamekê 8’ê Adarê pîroz kir.

Îba di peyama xwe de got: “Li dijî mêrê kole, jina azad hatiye afirandin. Jinên li ber xwe didin û ciwan dibin û azad dibin, çong li ber mêrê herî qirêj û kole (DAÎŞ) danî, bi ser ketin. Jinên ku pêşengtiyê ji têkoşîna azadiyê re dikin, her kêlî, her rojê bi têkoşînê jiyana azad pêk tîne. Di van rojan de hêza jinê bûye rêber û hêvî. Bi hêviya ku di jiyana nû ya Rêber Apo ji nû ve avakirî, jina azad wê siberojên azad biafirîne 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim. Di têkoşîna we de serketinê dixwazin.”