Yên li Sêwasê hatin qetilkirin, li Ewropayê tên bibîranîn-NÛ BÛ

33 reweşenbîr, nivîskar û hûnermendên ku 2’yê Tîrmeha 1993’an li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin, li bajarên cihê yên Ewropayê bi çalakiyan tên bibîranîn.

HÎLDESHEÎM

Bîranîn li Qada Angoûleme saet 17:30’î ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) Komuna Jinan a Meryem û Meclîsa Jinan a Cîlo ve hate organîzekirin Antîfa û Partîzanan jî destek kirin.

Di axaftinên li ser navê NCKD hatin kirin de hate gotin ku qetlîamên mîna Sêwasê li Şengal, Cizîr, Sûr û Gara Enqerê hatin kirin. Heta gotin ji bo qetlîam dubare nebin divê hevpar tevger bikin.

Di axftinên li ser navê Partîzanan jî hatin kirin hate gotin ku li Sêwasê Kurd, Elewî, rewşenbîr û hunermend hatin qetilkirin, lê dewlet qatil du li Cizîrê hilbijar û welatparêzên Kurd bi hovane qetil kirin.

Çalakî piştî xwendina belavok û stranên Awazên Çiya û dengên kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin guhdarkirin û şûnde dawî bû.

ZURÎH

Bi tevlîbûna saziyên Elewî û Kurd yên di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn bi çalakiya ku Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre li bajarê Zurîh a Swîsreyê hatin bibîranîn. Di serî de qetlîama Sêwas, hemû qetlîamên li ser Elewî, Kurd, Ermenî û hemû gelên bindest ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin protestokirin.

Li Staûffarcherê jî li ser banga Federasyona Yekîtiya Elewiyên Swîsre yên di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

SOLOTHÛRN

FEDA û CDK-Solothûrn li bajarê Solothûrn a Swîsreyê jî li stasyona trenê yên li Sêwasê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.

BERLÎN

Girseya ku li Hermanplatz a paytexta Elmanya Berlînê hatin ba hev heta Kreûzberg/Oranîenstrabe meşiyan û yên di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Destan û NCKD ve hate organîzekirin. Mahîr Pîr ê li ser navê FEDA axivî anî ziman ku li ser qetlîamê hatiye nixûmandin. Pîr got: “Divê em li ber yên wiha kirine rawestin. Her ku bêdeng bimînin şehîdên me zêde dibin.”

PARÎS

Plaftorma Demokrasiyê ya Parîs yên ku di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn li paytexta Fransa Parîsê bi meşeke heta Gara Sarcellesê bibîr anîn.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Biratiya Gelan’, ‘Roj wê bê hesab ji AKP’ê bê xwestin’ û ‘Şehîdên Sêwasê Namirin’ hatin qîrkirin.