Xwendevanên Mexmûr li dijî gotinên Dîndar Zêbarî meşiyan

Li dijî gotinên Dîndar Zêbarî bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendekarên Azad li Mexmûrê xwendekar meşek lidar xistin û ev helwest şermezar kirin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) xwendekarên wargehê li ser gotinên Dîndar zêbarî yên wargeh weke wargeke leşkerî da nîşandan li ber dibistanan kom bûn û bi meşekê heta ber rderê avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Mexmûrê ev helwest şermezar kirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK, KCK, HPG û YJA-STAR hatin hildan û dirûşmeyên ‘Em Penaber in Ne Leşker in’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimre Îxanet’ û ‘Bîjî Berxwedana Heftenîn’ hatin qîrkirin.

Piştî xwendekar gihiştin ber derê avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo giyanên şehîdan deqeyek rêz hate girtin û li ser navê Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) Sîpan Yeman daxuyanî da.

‘HER TIM ME LI BER XWE DAYE’

Yeman bal kişand ser dagirkeriya dewlata Tirk a sedê salan a li Kurdistanê û got: “Bi sedan salane ku dagirkerên Tirk li ser gelê me qirkirinan pêk tine. Li Hember van êrîşan hertim gelê me serî hildaye û tekoşîn kiriye. Gelê me bi qirkirin, şewitandin, kuştina zarokan re hertim, rû bi rû maye. Neçarî koçberiyê jî bûye, lê gelê me li berxwedaye û rûmeta xwe parastiye. Ev 27 sal e em li çola Mexmûrê dijîn û ev 27 sal e em li berxwe didin. Em gelê Mexmûr me ti caran bê rûmetî ne pêjirandiye û em napejirînin jî. Dewleta dagirker a Tirk li hember birdoziya Rêber Apo şaşmayî maye. Ji ber vê yekê jî li her qadê êrîşên hovane yên dijî mirovane pêk tîne. Armanca van dagirkeran, tinekirina destkeftiyên Kurdane.”

‘HER KES ZANE MEXMÛR WARGEHEKÎ SIVÎLAN E’

Yeman gotinên Dîndar Zebarî ên nîşandana wargehê weke wargeheke leşkerî şermezar kir diyar kir ku wê xiyanet winda bike. Yeman anî ziman ku cîhan giştî dizane Wargeha Mexmûrm, wargehekî penaberane, piraniya şêniyên wargehê ji jin û zarokan pêk tê û got: “Tenê ji 3 hezaran zedetir xwendekarên me hene. Neteweyên Yekbûyî jî em wekî koçber pejirandine.”

Yeman bang kir û ev got: “Berxwedana li hember dagirkeran rûmet e, jiyane û serbilindî ye. Her wiha em bang li tevahî mirovahiyê dikin ku divê her kes li hember dagirkeriya dewleta Tirk rabe Kurdan ji komkujiyan biparêzin. Kesek wê ne kare vîna me bişkêne û ji bilî azadiyê em tiştekê na pejirînin.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmên ‘Bimre Îxanet’, ‘Bimre Dagirkerî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.