Xebatên Meşa 17'ê Sibatê ya Kolnê didomin
Xebatên ji bo meş û mîtînga 17'ê Sibatê ya li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, didomin.
Xebatên ji bo meş û mîtînga 17'ê Sibatê ya li Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, didomin.
Li seranserî Ewrûpayê Kurd û dostên xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan e. Xebatên tevlîbûna meş û mîtînga ku wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bê lidarxistin, didomin.
Xebatên ku saziyên Kurd ên Demokratîk li hemû bajarên Elmanyayê bi rê ve dibin, bi civînên gel, serdana saziyan, belavkirina belavokan, serdana mal û kargehan didomin.
Di çarçoveya xebatan de ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pira li ser Çemê Rheîn a Dusseldorfê daliqandin.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Emerîchê civîna gel hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Mûsa Farîsoglû beşdarî civînê bû.
Li Bîelefeld, Bonn û Grevenbroîchê jî civînên gel hatin lidarxistin.