Wê li Brukselê ji bo rojnamevanên hatin qetilkirin çalakî bê lidarxistin

Yekîtiya Rojnamevanên Jinên Kurdistan (ROJIN) daxuyand ku di 5’ê Îlonê de li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Brukselê wê çalakiyê li dar bixin û got, “Ji bo şermezarkirina terora dewletan û parastina mafê rojnamevaniyê dengê xwe bilind dikin.”

Ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, wê li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyek bê lidarxistin.  

Çalakî li ser banga Yekîtiya Rojnamevanên Jinên Kurdistan-ROJIN wê 5’ê Îlonê roja Pêncşemê saet di 15.00’an de li kolana Franklin Roosevelt 115, 1000 Bruxelles a ku Konsolosxaneya Iraqê lê ye, bê lidarxistin.   

ROJIN'ê banga tavlêbûn û hevgirtinê li rojnamevan û dostên ROJIN'ê kir û ev agahî hatin dayîn:  “Di Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê 2 rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Rojnamevan ne tenê li Kurdistanê, li hemû cîhanê – bi taybetî jî li herêmên şer û pevçûnan lê hene- ji ber ku heqîqetê radigihînin, têne qetilkirin. Em ji bo şermezarkirina terora dewletê û parastina mafê rojnamevaniyê dengê xwe bilind dikin. Em weke rojnamevanên Kurd ji bo şermezarkirina komkujiya Seyîdsadiq a di 23’yê Tebaxê pêk hat û bîranîna hevalên xwe yên hatin qetilkirin li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Brukselê bên gel hev. Em we, hevrêyên xwe û hemû dostên xwe vedixwînin çalakiya şermezarkirinê.”