Wekîlê Swêdî: Li dijî dagirkeriyê em ê li gel Rojava bin

Wekîlê Partiya Karker a Demokratên Sosyal a Swêdê Kadîr Kasirga, li dijî hewldanên dagirker ên dewleta Tirk helwest nîşan da û got, ''Em ê li gel Rojava bin''.

Wekîlê Partiya Karker a Demokratên Sosyal a Swêdê Kadir Kasirga, ku partiya wî hevkarê mezin ê hikûmetê ye, got, Erdogan û dewleta Tirk ji bo statûya Kurdan li Bakurê Sûriyê bi derengî bixe gef li  Rojava dixwe ku dagir bike û got, ''Weke berê em ê dîsa li rex gelên Rojava bin û destekê bidin têkoşîna wan.''

'NAXWAZIN KU KURD BIBIN XWEDÎ STATÛ'

Kasirga got dewleta Tirk a kûr naxwaze ku Kurd bibin xwedî statû, ji bo vê pêşî êrîş bire ser Başûrê Kurdistanê û niha jî gefê li ser Rojava dixwe û dibêje ew ê Rojava dagir bike.

Kasirga bi domdarî got, ''Derdê sereke yê Erdogan û dewleta kûr ew e ku Kurdên Rojava mîna Başûrê Kurdistanê nebin xwedî statûyeke xweser. Tirkiye geşedanên ku beriya niha li Başûr bûne tîne ber çavan û hewl didi ku heman statû li Rojava çênebe.''

'DEWLETA TIRK WÊ NIKARIBE BIBE ASTENG'

Kasirga bi berdewamî got dewleta Tirk ji bo demeke kurt dibe ku statûya Kurdan bi derengî bixe lê wê nikaribe asteng bike û got, ''Wê nikaribe bibe asteng ku Kurdên Rojava yên ku çeteyên DAÎŞ'ê têk birin û cîhan ji belayeke mezin xilas kirin bibin xwedî statû'' û domand, ''DYE û hêzên Rojavayî wê destekê bidin hewldana Kurdan ku bibin xwedî statû. Kurd li nav sînorên Sûriyê bi mîsogerî wê bibin xwedî statû.''

'HIKÛMETA SWÊD BI ROJAVA RE XWEDÎ TÊKILIYEKE BAŞ E'

Kasirga her wiha got hikûmeta Swêd bi rêveberiya Rojava re xwedî têkiliyeke baş e û meha bihurî hikûmetê delegasyoneke şandiye Rojava. Kasirga got, ''Delegasyoneke ku Wezareta Karê Derve ava kirî, çû bi rayedarên Rojava re rûnişt. Em ê têkiliyên xwe bidomînin. Em hay ji têkoşîn û berdêlên Kurdan û kêmarên din  hene, ku li dijî DAÎŞ'ê dane. Rewşa yên ku di şer de xwe li Rojva girtin di rojeva me de ne.''

'SWÊD TIRKIYÊ MÎNA HÊZEKE DAGIRKER DIBÎNE'

Li ser rewşeke pêkan ku dewleta Tirk êrîşê bi ser Rojava de jî bibe, li ser helwesta hikûmeta Swêdê Kasirga got, ''Helwesta me pir zelal e, me êrîşa li ser Efrînê û dagireriya li ser Efrînê mîna êrîşa li ser hiqûq û peymanên navdewletî dît. Me mijar bire Neteweyên Yekbûyî. Hikûmeta Swêd dewleta Tirk mîna hêzeke dagirker dibîne. Em hêvî dikin piştî peymana dawî ya di navbeeyna DYE û Tirkiyê de êrîşeke li ser Rojava çênebe. Em hêvî dikin ku taloke ji holê were rakirin.''

'DIVÊ DEWLETA TIRK BI PKK'Ê RE LI SER MASÊ RÛNE'

Kasirga li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ê li ser Başûrê Kurdistanê jî got wê ti encamê bi xwe re neyîne û got, ''Em bang li dewleta Tirk dikin ku dîsa bi PKK'ê re were ser masê û çareserî ji vê meselê re were dîtin. Bi rêbazên leşkerî û tundiyê ev mesele çarser nabe.''